Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊPolîsan bi ser avahiya HDK û HDPê de girtine

Polîsan bi ser avahiya HDK û HDPê de girtine

Ji ber lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Tekîrdagê daye destpêkirin, polîsan destê sibê li 10 bajaran bi ser avahiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ve girtine. 

Serdozgeriyê hevserokên HDPyê yên çendîn bajaran jî tê de, ji bo 42 kesan biryara desteserkirinê daye. 

Hevserokê rêxistina bajarê Stenbolê yê HDPyê Ferhat Encu, li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “Me çavê xwe bi pêla desteserkirinan vekir ku navenda wê Tekîrdag û gelek hevserokên me yên bajaran jî di navê de hene. Gelek hevalên me hatine desteserkirin.”

Polîsan di heman saetan de bi ser avahiya Navenda Giştî ya HDKyê jî girtine ku li Beyoglûyê, navçeya Stenbolê ye. 

Polîsan deriyê avahiyê şikandiye û demekê li hundir geriyane. Li gorî zanyariyan, polîsan dest daniye ser hin materyalan. 

Kesên ku heta niha hatine desteserkirin ev in: Rêveberê Navenda Giştî yê HDPyê Abdurrahman Ozturk, Endamê Navenda Partiyê yê HDPyê Kenan Yildiz, Hevserokê rêxistina Kirikkaleyê yê HDPyê  Yakûp Aslan, rêveberê rêxistina navçeya Bagcilarê yê HDPyê  Ramazan Kirkpınar, Hevserokê rêxistina navçeya Beylikduzuyê yê HDPyê Îrfan Hulaku, Hevserokê rêxistina bajarê Edîrneyê yê HDPyê Melahat Çelîk, Hevseroka berê ya rexistina bajarê Tekîrdagê ya HDPyê Alev Ateş, rêveberên HDPyê Omer Guven, Huseyîn Gozen, Emîn Şen û Ercan Ogeday, rêveberê MATUHAYDERê Cîhan Kartal, rêveberê GOÇ-DERê Şeref Kaya.

(RT/FD)

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights