Ana SayfaGIŞTÎPKK: ERIŞA LI ŞINGALÊ PLANA TIRKIYEYÊ YE

PKK: ERIŞA LI ŞINGALÊ PLANA TIRKIYEYÊ YE

PKK derbarê rojevê de daxuyaniyek nivîskî belav kir û tê de îdia kir ku şerê li Şingalê qewimî planên AKP-MHPê bû û PDK jî di bûyerê de tê bikaranîn.

Komîteya Rêveber a PKKê daxund ku êrişa li Şengalê dewama êrîşa qirkirina Êzidiyan e, ku di sala 2014an de ji aliyê DAIŞ’ê ve hat destpêkirin.

PKKê îdiakir ku şerê li Şingalê qewimî plana AKP-MHPê yên ji bo qirkirina gelê kurd û PDKê jî di van êrişên xwe de bi kar tînin.

‘DIXWAZIN DERBÊ LI YBŞ Û YJŞÊ BIXIN’

PKKê di daxuyaniya xwe amaje kir ku êriş bo bidestxistina kontrola Şingalê hatiye kirin û wiha pê de çû: ‘Dixwazin vîna xwerêveberiya demokratîk a gelê me yê kurd ê êzîdî bişkînin, derbê li hêzên xweparastinê YBŞ û YJŞê bixin û  qirkirina kurdên êzîdî ya ku DAIŞê dayî destpêkirin temam bikin. Ji vê hêlê ve berdewamiya êrişa qirker a DAIŞê ye ku 3yê Tebaxa 2014an hatiye pêkanîn. Yên ku 3ê Tebaxê ji DAIŞê reviyan, niha vegeriyane û li wan hêzan dixin ku Şengal ji DAIŞê rizgar kirine.’

‘ÊRÎŞ PLANA AKP-MHPÊ YE’

Her wiha  bal hate kişandin ser dema êrişê û hat îdiakirin ku êriş j piştî hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Enqereyê pêk hatiye û hat îdiakirin ku êriş plana AKP-MHP ye.

‘BI ÊRIŞAN DIXWAZIN LI SER CIVAKÊ ZEXTAN ÇÊBIKIN’

PKK di dewama daxuyaniya xwe de wiha got: ‘Tê zanîn ku ev hemû êrişên faşîzma AKP-MHPê armanc dike ku Tevgera Azadiya Kurdistanê bitepisîne û qirkirina kurdan pêk bîne. Bi rengekî eşkere xuya dike ku faşîzma AKP-MHPê li ser bingehê van êrîşan dixwaze li ser civakê zextê çêbike û bi vî rengî jî ji referandûmê serkeftî derbikeve.

‘PDK TÊ BIKARANÎN’

Di dirêjahiya daxuyaniyê de hat îdiakirin ku bi taybetî jî bi êrişên li ser Minbicê û Şengalê tê xwestin ku Operasyonên Reqa û Mûsilê yê dijî DAIŞ a faşîst were astengkirin û pûçkirin û tê xwestin ku PDK jî ji bo van hemû armancan were bikaranîn.

GIRÎNGIYA KONGREYA NETEWEYÎ

Komîteya Rêveber da xuyakirin, ku weke PKKê wan hewl dane pirsgirêkan bi hevdîtina bi rêveberiya PDKê re çareser bikin û di pêvajoyeke ew qas krîtîk de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê, ku bi kêrî hemû kurdan tê, bicivînin. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Hevalbendiya Rêveberiya PDKê ya bi AKPê re ku bi xeta dijî kurd û faşîst a MHPê re bûye yek û êrişên leşkerî yên di behsê de pêk tîne, hewldaneke pir bi talûke ye. Em hêvî dikin ku Rêveberiya PDKê dev ji van helwestên wiha berde.’

Sputniknews

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights