Ana SayfaSIYASETPiştî Cîhbûna HTŞ li Efrînê Rewşa Dawî Çi Ye?

Piştî Cîhbûna HTŞ li Efrînê Rewşa Dawî Çi Ye?

Li gor jêderên xwecîhî ji Dengê Amerîka re eşekere kirin ku, karwaneke HTŞ do bi şev berê xwe daye herdu nahîyên Reco û Bilbilê yên Efrînê û li hin gundan bicîh bûye.

Bi vê yekê HTŞ kanîbûye derbazî hemû herêma Efrînê bibe, ku hefteya borî navenda bajarê Efrînê kontrol kiribû, herwiha li nahîyên Cindirêsê, Şîyê, Mabata, Şera û Şêrewa jî belav bûbû.

Di vê pêşketina HTŞ li Efrîn û nahîyên wê de, piranîya komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve ne tu rêgirî jê re nekirine, hin ji wan koman rasterast tevlî HTŞ bûne, weke komên “El-Hemzat” û “El-Emşat”, herwiha hinên din xwe dan alî û rê ji HTŞ re vekirine ku pêş de biçe, weke komên “Feyleq El-Şam” û “Sultan Murad”.

Li alîyê din her du komên “El-Cebha El-Şamîyê” û “Ceyş El-Îslam” ku di nava “Feleqa Sisiyê” de ne, astengî li hember HTŞ derxistibûn, gava ku vê koma cîhadîst berê xwe dabû bajarê Ezazê û xwestibû wê jî têxe jêr kontrola xwe.

Lê şeva çûyê û piştî pevçûnên du rojan di navbera HTŞ û “Feleqa Sisiyê” de, li gundê Kefer Cenê yê Efrînê, HTŞ kanîbûye vî gundî û çend gundên derdorê kotrol bike, lê ew li vir rawestiya û berê xwe hîn nedaye Ezazê, piştî ku Tirkîyê destêwerdan kir.

Di vê derbarê de çapemenîya bi ser komên çekdar û opozisyona Sûrî ve dîyar kir ku, artêşa Tirk agirbest ferz kiriye herwiha hêzên xwe li enîya di navber her du alîyên navborî de ye, belav kirine.

Dîdevanên ji herêmê ragihandin ku, çend erebeyên zirxî yên artêşa Tirk li ser rêya Efrîn – Ezaz, çûne û hatine, herwiha çekdarên koma “Sultan Murad” ku mîlîşyeke Turkmenî y û ji serdestên Tirk ve nêzîk e, li çand xalên wê rêyê hatine bi cîh kirin.

Her di vê derbarê de Çavdêrîya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku, di şer û pevçûnên çend rojên borî de nêzî 60 çekdarên HTŞ û komên din hatine kuştin.

Herwiha hêjayî bi bîr xistinê ye ku, balafirên şer yên Rûsî du roj berê nêzîkî gundê Qitmê ku ew dever di navebra Efrîn û Ezazê de ye, bombebaran kiribû, herwiha hatibû îdîa kirin ku navendeke koma bi navê “Siqûr El-Şam” hatiye rûxandin û hejmareke çekdarên wê koma bi ser Tirkîyê ve ye, hatine kuştin.

Ji alîyê xwe ve balyozxaneya Amerîkî li Sûrîyê di twîtekê de li ser rûpela xwe ya fermî, dilgiranîya xwe ji pêşveçûna Heyet Tehrîr El-Şam li herêmê ragihand, herwiha dîyar kir ku, ew rêxistineke terorsît e û divê hêzên xwe yekser paşve bikşîne.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights