Ana SayfaGIŞTÎ'PÊŞMERGEYÊN YNKÊ GIHIŞTINE KOBANIYÊ'

‘PÊŞMERGEYÊN YNKÊ GIHIŞTINE KOBANIYÊ’

Hat îdîakirin ku çavkaniyên nêzîkî YPGê ragihand ku hinek hêzên Pêşmerge yên girêdayî YNKê bi helîkopterên DYAyê gihiştine baregeha leşkerî ya DYAyê ya li Kobaniyê.

Li gorî nûçeya Aranewsê ya dispêre çavkaniyên nêzîkî YPGê, duh pêncşemê agahî hatine bidestxistin ku hêzeke pêşmergeyên Herêma Kurdistanê yên girêdayî YNKê bi helîkopterên amerîkî gihiştine baregeha leşkerî ya DYAyê ya li Kobaniyê.

‘YPG ARTÊŞEKÊ JI BO FEDERASYONA ROJAVAYÊ AVA DIKE”

Medyakarê kurd Mustefa Ebdî derbarê mijarê de wiha axiviye: ” Rola wan dê tenê rahênan be  ku ew jî beşeke wê plana damezirandina Artêşa Federasyona Rojavayê ye. Ev artêş dê ji 100 hezar şervanî pêk were. ku berî demekê YPGê jî heman tişt ragihandibû. Ji ber ku tecrubeya pêşmergeyan heye di avakirina artêşên nîzamî de û dikare rahênanan ji bo şerê li dijî terorê bide, (ev biryar hatiye dayîn)”.

Hêjayî gotinê ye ku berî demekê hatibû îdiakirin ku YPG amadekariyan dike daku artêşeke birêkûpêk damezirîne ku dê ji 100 hezar leşkerî pêk were.

Ji aliyê din ve û li gorî heman nûçeyê, Fermandekî payebilind ê YNKê bi navê Mustefa Çavreş agahiya şandina pêşmergeyan red kiriye û wiha got: Ti rastiya wê agahiyê tine ne ku YNK pêşmerge şandine bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê.”

Hêzên pêşmerge berî niha di sala 2014an de di dema êrîş û dorpêça Kobaniyê de hatibûn bajarê navborî daku alî YPGê bikin di şerê wan li dijî DAIŞê de.

sputniknews

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights