Ana SayfaGIŞTÎPDK Û YNK: DIVÊ PARLEMENTO DI XIZMETA REFERANDÛM Û SERXWEBÛNÊ DE BE

PDK Û YNK: DIVÊ PARLEMENTO DI XIZMETA REFERANDÛM Û SERXWEBÛNÊ DE BE

PDK û YNK ji bo referandûmê komîteyekê ava kiribûn û îro piştî civênek bi serpereştiya Mesûd Barzanî daxuyaniyek ragihandin dezgehên medyayê di daxuyaniyê de jî gotin:”Divê Parlemento di xizmeta referendûm û serxwebûnê de be.”

Polîtbîroyên Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK ji bo mijara referandûma Serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê komîteke hevbeş ava kir û Polîtbûroya herdû partiyan îro piştî civînekê daxuyaniyek dan dezgehên ragihandinê. Herdû partiya da zanîn di civîna wan de 3 xalên serek hatine guftigokirin. Yê serek daxwaza Xizmetkirina bo referandûm û serxwebûnê ya Parlementoya Herêma Kurdistanê ye.

Polîtbûroya herdû partiyan diyar kir  ew li ser çareserkirina kêşeyên li Herêma Kurdistanê, mijara referandûmê û karûbarên parlementoyê ye civiyane. Di daxuyaniya hevbeş a PDK û YNKê de hat gotin ku herdu alî hewl didin bo çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê û yekrezî li ser piştevaniya hikûmet û dezgehên fermî ne. Herdû aliyan da zanîn divê komîtiyeke taybet ji bo mijara referandûmê û destnîşankirina encamên wê bê avakirin. Her wiha divê parlemento ji bo proseya referandûmê û yekrêziya netewî xizmet bike. Ji bo nexşerêya ku ji aliyê YNKê hatiye çêkirin jî, proje ji aliyê PDKê ve bê xwendin û vekolînkirin.

sputniknews

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights