Ana SayfaGIŞTÎPDK Û YNK BO PÊVAJOYA REFERANDUMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ BANGÎ HEMÛ ALIYAN KIRIN

PDK Û YNK BO PÊVAJOYA REFERANDUMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ BANGÎ HEMÛ ALIYAN KIRIN

PDK û YNKê ji bo pêngavên pêwîst bo pêkanîna komîteyeke taybet ji hemû aliyan, ji bo pêkanîna pêvajoya referandumê biryar dan û amadekariyên bingehîn bavêjin û bang li tevahiya gelê Kurdistanê kirin ku “di vê pêvajoya giring de netewî û niştimanî de hevkar û piştevanî bin”

Di bin serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de îro PDK û YNK li Hewlêrê civiyan û hewl û xebatên ji bo lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê gotûbej kirin

Piştî civînê, daxuyaniyeke nivîskî encamên nirxandin û gengeşiyên her du aliyan li ser hewlên bo referandumê hatin aşkerekirin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku her sê komîteyên ji bo serdana Bexdayê, serdana partî û aliyên siyasî û netewî yên Kurdistanê û civînên bi balyozxane û nûnerên welatên biyanî yên li Kurdistanê re hatibûn avakirin, raportên xwe pêşkêşî civînê kirin û biryarên pêwîst hatin standin.

BANGÎ HEMÛ ALIYÊN KURDISTANÊ HAT KIRIN

Herwiha PDK û YNK bo referanduma serxwebûna Kurdistanê, bang li tevahiya gelê Kurdistanê kirin: “Civînê daxwazek arasteyê kesûkarên şehîdan û pêşmergeyên netirs, hemû hêz û aliyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û medyakar û tevahiya gelê Kurdistanê kir, ku di vê pevajoya giring û netewî û niştimanî de hevkar û piştevanî bin”.

sputniknews

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights