Ana SayfaGIŞTÎPARTİYA MALÎKÎ Lİ DİJÎ PARTİYÊN ROJHİLATÊ KURDİSTANÊ PROJEYEKÊ AMADE DİKE

PARTİYA MALÎKÎ Lİ DİJÎ PARTİYÊN ROJHİLATÊ KURDİSTANÊ PROJEYEKÊ AMADE DİKE

Bexda (Rûdaw) – Partiya Dewleta Yasa ya di bin serokatiya Nûrî Malîkî de hewl dide bi amadekirina projeyasayekî partiyên Rojhilatê Kurdistanê yan ji Başûrê Kurdistanê derbixe yan jî naçarê çkedanînê bike.

Parlamentera Dewleta Yasa Nehle Hebabî ji Rûdawê re ragihand; “Hinek partiyên mûxalefetê yên li dijî desthilata welatên cîran, li ser xaka Iraqê re karê terorîstî dikin. Em niha li dijî van partî û rêxistinan amadekariya projeyasayekî dikin. Divê ew partî û rêxistinên bêyî agahdariya hikûmeta navendî hatine Iraqê û çalakiyên terorîstî dikin, divê ji nav xaka welatê me bên derxistin.”

Pêşniyaza vê yasayê piştî gefa berpirsên bilind ên Îranê ya ji bo êrîşkirina ser baregahên Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) tê.

Baregaha piraniya partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Silêmaniyê ye. lewma jî parlamenterên Silêmaniyê pêwîst dibînin ji bo derbaskirina vê rewşê û dijitiya vê projeyê hevdengiya kurdan hebe.

Parlamenterê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê Bextiyar Şawês derbarê vê mijarê de ji Rûdawê re got; “Aliyekê siyasî ya vê mijarê jî heye. Niha tenê îmze hatine komkirin. Eger hate berdestê me emê jî xwendinekê bo bikin. Divê em berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê li ser hemû tiştan bigrin. Herwiha divê em berjwendiyên tevgeren azadîxwaz ên Kurdistanê libeçav bigrin.”

PDK jî vê hewla Partiya Dewleta Yasa di çarçoveya guhertinên leşkerî yên herêmê û tundbûna guvaşên Amerîkayê yên li dijî Îranê de dinirxîne.

Parlamenterê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Rênas Cano jî got; “Amerîka hewl dide Artêşa Pasdaran bixe nav Lîsteya Terorê. Li hember vê yekê li Iraqê jî projeyasayek hatiye amadekirin da ku her hêzeke siyasî yan jî çekdarî ya li dijî Îranê bixe nava vê lîsteyê.”

Di dirêjahiya dîroka hevçerx de ew welatên ku Kurdistan bi ser xwe de parve kirine, bi piştgiriya mûxalefeta perçeyekî din ê Kurdistanê hewl dane aliyê din lewaz bikin. Niha bereya Bexda, Tehran û Şamê di bin serpereştiya Tehranê de li dijî daxwazên kurdan bûye yek.

Di serdemekê de Bexda piştevanekê mezin ê partiyên Rojhilatê Kurdistanê bû. Lê guhertinên di siyasetê de, hevpeymaniya nû ya Tehran û Bexdayê we dike, ku ji bo dijbereyên Îranê glopa sor bê vêxistin.

Rûdaw
- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights