Ana SayfaKURDISTANParlamentoya Sûriyê li ser operasyona Tirkiyê ya li Rojava daxuyanî da

Parlamentoya Sûriyê li ser operasyona Tirkiyê ya li Rojava daxuyanî da

Parlamentoya Sûriyê di civîna îro Duşemê de di daxuyaniyek li ser operasyona Tirkiyê ya li Rojavayê Kurdistanê da û ragihand, “Armanca li pişt vê dagirkeriyê zindîkirina xeyalên herêma ewle ye ji bo pêkanîna pêvajoyeke nû ya jicîhûwarkirin û derxistina bi darê zorê ya xelkê ji herêmê û pêkanîna guhertineke demografîk e ku gefê li aşitî û ewlehiya navneteweyî û herêmê dixwe.”

Di dawiya Gulanê de, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, “ji bo avakirina herêma ewle ya 30 kîlometrî” êrîşeke leşkerî ya nû bo ser Rojavayê Kurdistanê ragihand.

Parlamentoya Sûriyê diyar kir ku Tirkiye ji bo bidestxistina armancên xwe biryarên Neteweyên Yekbûyî berovajî û bin pê dike û rewşên însanî bi kar tîne.

Rûsya, Amerîka û Neteweyên Yekbûyî bang li Tirkiyê kirin ku xwe ji aloziyên leşkerî yên li Rojavayê Kurdistanê dûr bixe.

Parlamentoya Sûriyê di daxuyaniya xwe de diyar kir, serweriya Sûriyê û mafê wê yê parastina ji operasyona “ne rewa” ya Tirkiyê heye û êrîşên ku bûne sedema “kuştina welatiyên bêguneh û wêrankirina mal û milkên wan” şermezar kir.

Wezareta Derve ya Sûriyê di destpêka vê mehê de daxuyaniyek belav kiribû û ragihandibû ku hikûmetê kiryarên “dijminatî” yên Tirkiyê û binpêkirinên wê yên berdewam ên li ser serweriya Sûriyê ku hejmarek ji xelkên bêguneh cane xwe ji dest dane şermezar dike.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights