Ana SayfaCÎHANParlamena Ewrupa Kaili jiber Îdîayên Bertîlê ji Posta Cîgirtiya Serok Dûr Xist

Parlamena Ewrupa Kaili jiber Îdîayên Bertîlê ji Posta Cîgirtiya Serok Dûr Xist

PE, bi îdiaya ku wê ji Qatarê bertîl wergirtîye ku bandorê ser biryarên aborî û sîyasî bike ew biryar da.

Kaili yek ji 14 cîgirên serokê parlamanê bû û berpirsê pêywendiyên bi Rojhilata Navîn bû.

PE, biryara dûrxistina Kaili ji posta payebilind bi 625 dengên beramber 1 dengan girt û di dengdanê de 2 parlamanter jî bêalî man.

Polîsên Belçîkî ji roja Înê vir ve li 19 mal û ofîsên PE lêgerîn kirine û heta niha nêzî 1 mîlyon euro diravbi dest xistine.

Li gor medya Ewrupî heta niha 4 kes bi sedema girtina bertîlan ji Qeterê hatine desteser kirine û ew ku bi îdiaya “tevlêbûna rêxistina sûcdar, bertîlxwarî û pereşûştinê” têne tawanbar kirin.

Tevî ku nasnameyên ti çar kesên ku hatine desteser kirin bi fermî nehatiye eşkere kirin jî, navê Kaili di medya de cîh digire.

Parêzerê Kaili, Michalis Dimitrakopoulos îro li Yunanîstanê got ku Kaili masûm e û ti pêwendîya wê bi fînansekirina ji Qatarê tuneye.

Dozgerên Belçîkayî dibêjin ku wan ji çar mehan zêdetir guman dikir ku dewleteke Kendavê hewl dide bandorê li ser Brukselê bike.

Tevî ku ti dewletek ji hêla dozgeran ve bi eşkere nehatiye dîyar kirin jî çavkanîyek ji Reutersê re got ku ew dewlet Qatar e, lê Doha van îdiayan red dike.

Seroka Parlamentoya Ewrupa Roberta Metsola, ser bûyera got ku demokrasîya Ewrupî di bin êrîşan de ye.

Seroka Komîsyona Yekîtîya Ewrupa (YE) Ursula von der Leyen jî got ku tawanên heyî pir cidî ne. Leyen banga avakirina komîteyeke nû ya exlaqî kir ku çavdêrîya parlamentoyê bike.

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights