Ana SayfaGIŞTΓEm bêdengiya baroyan a ji bo Aysel Tûglûk qebûl nakin”

“Em bêdengiya baroyan a ji bo Aysel Tûglûk qebûl nakin”

Li ser navê parêzerên jin parêzer Yelda Koçak Ûrfa daxuyanî daye û gotiye, “Yek ji sedemên ku em li ber Baroya Stenbolê ne ew e ku Baroyên ku wezîfeya wan a sereke pêkanîna parastina mafên mirovan û çavdêrî kirine, li ser mijara girtiyên nexweş û mirinên li girtîgehan ku di demên dawî de gelek caran hatin rojevê, bêdeng in.”

Parêzerên jin ji bo girtiyên nexweş û Aysel Tûglûk, parlamentera berê ya HDPê li pêş Baroya Stenbolê çalaki kirine.

Saziya Tiba Edlî(ATK) rapora “dikare li girtîgehê bimîne” dabû Tûglûkê.

Parêzerên ku îro li ber Baroyê hatin cem hev xwestine ku cezaya Tûglûkê bê taloqkirin û ji bo dermankirinê di zûtirîn demê de serbest bê berdan.

Parêzerên jin, aktîvîstên mafên jinan û parlamenter tevlî çalakiyê bûn in. Parêzer Yelda Koçak Ûrfayê di çalakiyê de daxuyanî daye.

Koçak Ûrfayê bi bîr xistiye ku Aysel Tûglûk a ku 5 sal in girtî ye, di dîroka partiyên siyasî yên Kurd de yekem hevseroka jin bûye û gotiye ku piştî girtina Partiya Civaka Demokratîk ku Tûglûk jî hevseroka wê bûye, yekane parlamentera jin e ku ji siyasetê re hatiye qedexekirin.

Koçak Urfayê di berdewama axaftina xwe de bal kişandiye ser nasnameya siyasî ya Tuglukê û diyar kiriye ku Tûglûk hiqûqnaseke ku parêzvanê mafên mirovan e  û wiha berdewamî daye axaftina xwe:

“Aysel Tûglûk yek ji parêzerên Baroya Stenbolê ye. Keda wê, têkoşîna wê, berdêla ku dayî, sekina wê ya di jiyanê de weke siyasetmedar û parêzvanê mafê mirovan şopên kûr li ser dîroka me ya siyasî ya nêz hiştiye.

“ATK li dijî zanista tibî tevdigere”

“Lê belê ji ber rêziknameya qanûnî ya heyî raporên ATKê ji bo taloqkirina cezê esas tê girtin, rapora ku ji Nexweşxaneya Dewletê ya Kocaeliyê û Zanîngeha Kocaeliyê hatiye amadekirin, paşgokirin e. Di Îlona 2021 an de raporek amade kiriye ku Birêz Tûglûk bêyî lêkolîn û çavdêriyê dikare di girtîgehê de bimîne.”

“ATK bi salan e bi raporên ku li dijî exlaq, wijdan, zanist û hiqûqê tê rojevê.

Hemû meqamên îdarî û dadgerî, bi taybetî jî Wezareta Dadê ji rewşa Tûglûkê berpirsiyar in.

“Tûglûkê Tehliye bikin”

“Yek ji sedemên ku em li ber Baroya Stenbolê ne ew e ku Baroyên ku wezîfeya wan a sereke pêkanîna parastina mafên mirovan û çavdêrî kirine, li ser mijara girtiyên nexweş û mirinên li girtîgehan ku di demên dawî de gelek caran hatin rojevê, bêdeng in.”

“Em daxwaza tahliyekirina Aysel Tuglukê dikin. Di çarçoveya daxwaza me ya ‘Edaleta ji bo Jinan’ em careke din daxwaza xwe dubare dikin ku Tûglûk û hemû jinên girtî yên weke wê  ji ber sedemên siyasî hatine girtin bila azad bibin.”(RT/AY)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights