Ana SayfaSIYASETKiliçdaroglu: Ezê Serdana Hevserokên Hêja yên HDP'ê Bikim 

Kiliçdaroglu: Ezê Serdana Hevserokên Hêja yên HDP’ê Bikim 

Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) û berbijarê serokomarîyê yê Hevbendîya Netew, Kemal Kiliçdaroglu îro Duşemê got ku ewê bi Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) re bicive. 
 
‘’Hevalên min planê dikin. Ezê bi hevserokên hêja yên HDP’ê re bicivim’’ Kiliçdaroglu di hevpeyîna malpera T24’ê de got. 
 
HDP’ê di rojên borî de piştî eşkerebûna berbijarîya wî ya bo serokomarîyê bang li Kiliçdaroglu kiribû ku bi wê re bicive û danûstandinan bike. 
 
Kiliçdaroglu di hevpeyvînê de ser maça Bursaspor û Amedsporê jî peyivî û ser pankartên ku kuştina Kurdan bi bîr dixin peyîvî. 

“Li Tirkîyê ti kes nikare bi sembolên trajedîyan û kiryarên wan bi bîr dixin dijî ti kesî gefan bixwe.” 
 
Kilicdaroglu, derbarê navê Amedsporê jî dîyar kir ku Federasyona Futbolê ya Tirkîyê ew nav pejirandiye û nabe ku ew neyê qebûl kirin. 
 
Serokê Partîya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçeli hefteya borî dîyar kiribû ku cîhekî bi navê Amed tuneye û ser navê Amedsporê nerazîbûn nîşan dabû. 
 
Jêder: T24, VOA 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights