Ana SayfaSIYASETHDP: Bila Newroz bibe “Cejna Fermî” 

HDP: Bila Newroz bibe “Cejna Fermî” 

Parlamenterê HDPyê Saît Dedeyî projeyaseyek pêşkêşî Parlamentoyê kiriye û xwestiye ku Newroz bibe “Cejna Fermî”. 

Parlamenterê HDPyê Saît Dedeyî projeyaseyek pêşkêşî Parlamentoyê kiriye û xwestiye ku Newroz bibe “Cejna Fermî”. 

Dedeyî di projeyasayê de xwestiye Yaseya Cejnên Netewî û Betlaneyên Giştî ya hejmar 2429an bê guhertin. Dedeyî di daxwaznameya xwe de bal kişandiye li ser girîngiya Newrozê ya ji bo kurdan û gotiye: 

“Lijneya Parastina Mîrateya Çandî ya Manewî ya Neteweyên Yekgirtî di sala 2009an de Newroz kiriey nav Lîsteya Mîrateya Çandî ya Manewî ya Cîhanê û ji sala 2010an û vir ve jî Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekgirtî 21ê Adarê weke “Cejna Newrozê ya Cîhanî” qebûl kiriye. Lê li Tirkiyeyê salên dirêj pîrozkirina wê hatiye qedexekirin. 

“Digel van qedexeyên ji rastiya gelî dûr, her sal hatiye pîrozkirin, di encama mudaxeleyên li van pîrozbahiyan gelek mirovên mi mirine yan jî birîndar bûne. Dîsa pîrozbahî hatine darizandin û bi tene ji ber cejn pîroz kirine, mirov hatine cezakirin. Di roja me de jî bi qedexeyên ku mirov nikare wan rave bike pîrozbahiyên Cejna Newrozê tên astengkirin, li qadên ku rayedarên dewletê nişan didin, di hin çarçoveyên û demên diyarkirî de destûra pîrozkirinê tê dayîn an jî qet destûrê nadin. 

“Ji hêla armanc, çarçove û şêweyê wê ve ve pêkanînên ne li gorî rêzikên hiqûqê azadiyan asteng dikin û ji ber wê jî rastî bertekan tên û ziyanê didin aştiya civakî. 

“Ji bo ji biryarên kêfî yên rêvebiriyê re neye hiştin û ji bo him aştiya civakî him jî dewlemendiya çandî ya kurdan berdewam bike, divê ji bo Cejna Newrozê guhertinên qanûnê bên kirin û weke Cejna Fermî bê ragihandin.” (EMK/FD) 

Bianet 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights