Ana SayfaKURDISTANHelebce êdî bi fermî parêzgeh e 

Helebce êdî bi fermî parêzgeh e 

Sekreterê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ragihand, bi biryara Encûmena Wezîran a Iraqê proseya federalî ya parêzgehbûna Helebceyê hat temamkirin û got, “Helebceya min bû 19emîn parêzgeha Iraqê.” 

Sekreterê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm îro Duşemê 13ê Adara 2023an ji Rûdawê re ragihand, Encûmena Wezîran a Iraqê di civînê îro de biryar daye ku Helebce bibe 19emîn parêzgeha Iraqê. 

Berdevkê Wezareta Plandanan a Iraqê Ebdulzehra Hindawî roja 12ê Adara 2023an ji Rûdawê re ragihandibû ku wan nameyeke fermî ji Sekreteriya Giştî ya Encûmena Wezîran a Iraqê re şandiye û tê de encamên nirxandina wezaretê li ser parêzgehkirina Helebceyê di warê aborî, hebûna yekeyên îdarî û nifûsê de rave kirin û diyar kirin hêja ye ku bibe parêzgeh. 

Ebdulzehra Hindwî da zanîn ku ew name di çarçoveya serdana tîmeke Wezareta Plandanînê ya ji bo parêzgeha Helebceyê de bûye, bi mebesta nirxandina rewşa aborî, îdarî û niştecihbûnê. 

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 13ê Adara 2014an de biryara parêzgehkirina Helebceyê hat dayîn û di 31ê Kanûna 2013an de Parlamentoya Iraqê Helebce wek parêzgeh nas kir lê karên fermî bi dawî nekiribû. 

Helebce yek ji navçeyên herî kevn e, di sala 1889an de di dema Osmaniyan de, berî avakirina dewleta Iraqê bû navçe, Wesman Paşa Caf ê hevjînê Adîle Xanimê yekem qaymeqamê wê bû. 

Helebce di Adara 1988an de ji aliyê rejîma Beasê ve kîmyabarankirin û nêzîkî 5 hezar kesan şehîd bûn û du qatî zêdetir jî birîndar bûn. 

Nifûsa Helebceyê 120 hezar kes e. Parêzgeh ji navçeyek û çar nahyeyan pêk tê; navçeya navendî ya Helebceyê û navçeyên Xurmal, Biyare, Bemo û Sîrwan. 

20 sal in ti parêzgeheke nû li Iraqê nehatiye avakirin, ji sala 2003an ve nifûsa wê ji sedî 40 zêde bûye û ji 25 milyonan bûye 42 milyon. Hejmara niştecihên Herêma Kurdistanê jî ji sedî 27 zêde bûye û ji 4 milyon û 800 hezarî bûye zêdetirî 6,4 milyon kesan. 

Rudaw 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights