Ana SayfaJIYAN“Ger tedbîr neyên standin wê nexweşiya gurîbûnê belav bibe”

“Ger tedbîr neyên standin wê nexweşiya gurîbûnê belav bibe”

Ferid Demirel / BİANET

Endama Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) Roza Yazmaciyê diyar kir ku li Semsûrê her roja diçe kesên bi nexweşiya gurîbûnê dikevin zêdetir dibin û sipî jî ketine ser û laşen gelek kesan.

Li gorî zanyariyên kedkarên tenduristiyê didin, li herêmên erdhejê nexweşiyên mîna gûrîbûnê, enfeksiyon, êşa rêvî û mîdeyê, ketina sipiyan her diçe zêdetir dibe. 

Wezareta Tenduristiyê jî duh rêbernameyek derbarê nexweşiya gurîbûnê de weşandiye. Wezaretê ev rêbername ji bo herêmên erdejê weşandiye ku li gorî zanyariyan nexweşiya gurîbûnê li van herêman belav dibe.

Endama Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) ya Şaxê Anadolûyê ya Stenbolê Roza Yazmacî demeke dirêj e li Semsûrê ye û ji bo alîkariya mexdûrên erdehjê li wir karan dike. Li gorî xebat û çavdêriyên Yazmaciyê jî nexweşiya gurîbûnê her diçe belav dibe û ger tedbîr neyên standin wê nexweşî belavtir bibe.

“Niha enfeksiyon zêde bûye”

Yazmaciyê ji bianetê re behsa şert û mercên herêma erdhejê kir û got ku li van deran rojên destpêkê ji ber sermayê nexweşiyên mîna zekemê, kuxik û yên weke wan zêde bûn. Piştî bikaranina dermanan ev nexweşî kêm bûne lê niha jî hinek nexweşiyên din peyda bûne.

Li gorî gotina Roza Yazmaciyê kesên di konan de dimînin ji ber nebûna şert û mercên paqijiyê, ava paqij, ji ber hewaya gemarî, toz û dumana ji enkazan radibe, bi nexweşiyan dikevin. Herî zêde jî enfeksiyon di rêya mîzê de li mirovan peyda dibe û enfeksiyona vajinal jî nexweşiyeke din e ku jin jê bêzar in.

“Sipî dikevin laşê mirovan” 

Yazmaciyê diyar kir ku di van 10-12 rojên derbasbûyî de hejmara kesên bi van nexweşiyan dikevin zêdetir bûye û her diçe belav dibe:

“Bêhtir ji ber pirsgirêkên hijyenê ye. Dema mirov ji ber bi sermayê ketin dermanên antîbiyotîk bikar anîn. Wê jî hevsengiya laşê mirovan têk bir. Bandora stresê jî lê heye. Jin  ji xwe gelekî bi stres in. Şert û mercên hewayê, nebûna hîjyenê van nexweşiyan çêdike. Mirov avê venaxwin ji bo necin tiwaletê. Bandorê li gurçikên wan dike. An jî rojê carekê diçin. Ne li gundan ne jî li bajaran pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Helbet bêhtir jî jin van pirsgirêkan dijîn. Nikarin di saetên derengê şevê de biçin tiwaletan.”

“Derman kêm in”

Yazmaciyê bal kişand li ser nexweşiya gûrîbûnê û diyar kir ku her roja diçe ev nexweşî belavtir dibe û ger tedbîr neyên standin dibe gelekî belavtir bibe. Wê her weha got ku sipî ketiye laş û serê gelek kesan: “Gûrîbûn heye lê sipî jî gelek in. Şert û mercên hîjyenê, yên stariyê ne guncav in. Dibe ku gelekî belav bibe. Derman jî terê nakin. Ger li malekê kesek gurî bûbe hebe, divê dermanan bidin hemû malbatê, ji ber ku gurîbûn belav dibe. Lê ji ber nebûna dermanan, em tenê dermanan didin kesê/a gurî bûye. Em heb û losyonê didin wan û diçin. Ew kes divê losyonê di laşê xwe de bide û piştî çend saetan xwe bişo û careke din losyonê di laşê xwe bide. Lê niha şert û merc ji bo vî tiştî ne guncav in.”

“Zibilan dişewitînin û ev jî nexweşiyê belav dike”

Roza Yazmaciyê li gel vê bal kişand li ser hebûna zibil ango çopê û got ku li gelek deveran ji ber zibil nayên komkirin, welatî ji bo ji wan xelas bibin, wan dişewitînin û ev jî dibe sedema nexweşiyên din. Her weha wê komkirina xirbeyan ango bermahiyên avahiyan bibîr xist û diyar kir ku ji ber bêkontrol belav dikin, ew bermahî wê piştî demekê bandorê li avê, li hewayê û li jiyana mirovan û hemû zindiyan bike.

Bi gotina Yazmaciyê ji ber ku xwarinên tên xwarin du sê cûre ne û piranî jî xwarinên pakêtkirî ne, nexweşî di rêvî û mîdeyên mirovan de jî peyda dibin: 

Wê behsa çavdêriyên xwe kir û got ku wê Wezareta Tenduristê li herêmê nedîtiye ku li beramberî van nexweşiyan kar dike. (FD)

Bianet

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights