Ana SayfaCÎHANSenatorê Amerîkî Van Hollen Banga Toleyên Dijî Tirkîyê Dike

Senatorê Amerîkî Van Hollen Banga Toleyên Dijî Tirkîyê Dike

Endamê Komîteya Peywendîyên Derve yê Civata Senatoran ya Amerîka, Senator Chris Van Hollen banga toleyên dijî Tirkîyê kir.

“Ger Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan endamtîya Swêd û Fînlandîya ya NATO’yê asteng bike, divê Amerîka û Yekîtîya Ewrupa (YE) hember Tirkîyê toleyan ragihînin,” Hollen ji malpera Al Monitor re got.

Senatorê Amerîkî Enqere wek hevalbendeke nedilsoz bi nav kir û got ku bê erêkirina endamtîya Swêd û Fînlandîya ya NATO’yê, ti bingeha firotina F-16’an ya ji Tirkîye re tuneye.

“Ger endamtîya Swêd û Fînlandîya neyê pejirandin, F16 ji Tirkîyê re nayê şandin. Ez egereke pir kêm dibînim ku Serok Joe Biden berîya endamtîya Swêd û Fînlandîya ya NATO’yê werin pejirandin, destûrê bide firotina F-16an.”

Senatorê Demokrat Hollen herwiha anî ziman ku ger hêzên çekdar yên Tirkîyê li bakurê Sûrîyê operasyoneke bejayî pêk bîne, divê toleyên hemberî Enqerê di rojevê de bin.

Jêder: Al Monitor / VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights