Ana SayfaJIYANZiyanmendên erdheja Xoyê alîkariyên pêwîst wernegirtine

Ziyanmendên erdheja Xoyê alîkariyên pêwîst wernegirtine

Xelkê bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê ku ji ber erdhejê ziyan dîtine gazinan ji dabînnekirina kon û pêdavistiyên xwegermkirin û kelûpelên sereke dikin.

Ziyanmendên Xoyê ku hîn jî di nava pirsgirêkan de ne, di nava sir û berfê de pêdawîstiyên wan ên weke xwarin û xwegermkirinê nînin. 

Ev tevahiya wan kelûpelan e ku hene, hin dar û qirşik, eger kesek bi şans be konek bi dest xistiye. Piştî 6 rojan ji erdhejê bêserûberî di alîkarîkirina ziyanmendan de xuya ye.

Welatiyek dibêje, “Ez qurban em bi ku de herin? Çi bixwin? Tiştekî me nîne, em derdê xwe ji kê re bêjin? Em li derve mane, jin û zarokên sava, bi tenê mane, em çi bikin? Bi ku de biçin?”

Lawazî di rêvebirina krîzê de û xemsarî ji aliyê berpirsên bajarê Xoyê û Parêzgeha Urmiyê de tê dîtin. Cîgirê Serokkomarê Îranê roja Sêşemê serdana Xoyê kir ku ji nêzîk ve agahdarê rewşê be lê ew jî ji rewşê nerazî ye.

Cîgirê Serokkomarê Îranê Mihemed Muxbir got, “20 hezar kon ji bo bajarekî 300 hezar kesî? Çi wateya xwe heye? Pêwîst bû hûn bêjin, kes heye ebayê dayika xwe kiriye kon lê hûn raporan didin dibêjin rewş baş e û me her tişt dabîn kiriye. Ez bawer im ku pêdawîstî bi başî nehatine dabeşkirin, eger pêdawîstî li gorî planeke baş bihatana dabeşkirin dê rewş baştir ba lê niha kon kêm in, betanî kêm in, amûrên xwegermkirinê nînin li hin cihan nan û xwarin pirsgirêk e.”

Rewşa xirab û dabînnekirina xizmetguzariyan bûye sedema nerazîbûna welatiyan, çend caran xelk li pêşiya saziyên hikûmetê weke pêşiya qaymeqamiyetê kom bûne.

Welatiyekî din jî anî ziman, “Ez tiştekê ji te naxwazim, tenê konekî bidin min. Her tiştên me şikestine tiştek nemaye lê niha tên ji me re dibêjin hûn xwarinê dixwazin? Îca tên nanekî hişk didin me û dibêjin herin li derve bixwin, em banekê dixwazin, tiştekî me nemaye, qaymeqam tê û diçe, endamên encûmenê tên û diçin, berpirsên nahyeyê tên û diçin, tenê hejmara telefonan ji me werdigirin û ewqas.”

Di erdheja vê care ya Xoyê de bêhtirî hezar û 100 kesan birîndar bûn û bi hezaran xaniyan jî ziyan dîtine.

Ji tirsa herifîna xanî û paşlerzeyan xelk nikarin vegerin ser malên xwe, ev di demekê de ye ku hin xanî bi temamî herifî ne.

Di nava 3 mehan de ev cara sêyemîn e ku erdhej li bajarê Xoyê çêdibe, gelek ziyan gihande welatiyan û ew nikarin di nava vê sir û seqemê de pişta xwe rast bikin lê di xema nan û pangeyeke germ de ne.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights