Ana SayfaKURDISTANYNK û PDK dê li Silêmaniyê civîneke girîng encam bidin

YNK û PDK dê li Silêmaniyê civîneke girîng encam bidin

Piştî çend mehan aloziyên siyasî, dê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê bicivin. Endamekî Ofîsa Siyasî ya PDKê got, “Her çiqas nakokiyên wan hebin jî gelek tiştên hevpar hene, hewl didin bi xalên hevpar dest pê bikin û wan pirsgirêkan çareser bikin.”

Gelek xalên nakok di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) de hene ku di civîna îro de werin gotûbêjkirin, ji wan jî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, pirsa dahat û xerciyan, yekkirina helwestan li hember Bexda û derve, pirsa hikûmet û vegera YNKê ji bo civînên Encûmena Wezîran.

Berdevkê YNKê Soran Cemal Tahir ji Rûdawê re got, “Em ji nêzîk ve li ser maseya danûstandinan in ji bo gotûbêjkirina her pirsgirêkeke ku em çareser bikin, çawaniya bihêzkirina peywendiyên xwe bi hikûmeta federal a Iraqê re û çawaniya çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du hikûmetan de hene, bi taybetî di vê dawiyê de çend biryar ji bo gotûbêjkirinê hatine dayîn.”

Aloziyên di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) de, di 7ê Cotmeha 2022an de piştî ku li Hewlêrê du bomb di otomobîla Hawkar Caf de teqiyan û canê xwe ji dest da ku ew berê Berpirsê Dezgeha Zanyarî û Dije Teror a YNKê li Neynewayê bû lê nêzîkî 7 mehan bibû ku dest ji kar kişandibû.

Endamê Ofîsa Siyasî ya PDKê Elî Hisên di kongreyeke rojnamevaniyê de anî ziman, “Em du partiyên berpirsyar in, erka vê qonaxê û ezmûna Herêma Kurdistanê di stûyê me de ye, bê guman her çiqas nakokiyên me jî hebin gelek xalên me yên hevpar gelek in, em ê hewl bidin bi xalên hevpar dest pê bikin û wan pirsgirêkan çareser bikin.”

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) du pêkhateyên sereke yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne û ji ber lihevnekirina wan, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de nehat kirin û di Cotmeha borî de, mehek beriya bidawîhatina vê xula parlamentoyê, bi piraniya dengên parlamenteran, dema wê xulê heta dawiya îsal hat dirêjkirin.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights