Ana SayfaCÎHANAlmanya Biryar Da ku Tankên Leopard Bide Ukrayna

Almanya Biryar Da ku Tankên Leopard Bide Ukrayna

Hikûmeta Almanya îro Çarşemê ragihand ku ew dê tankên xwe yên şer yên Leopard 2 bide Ukrayna û destûr bide dewletên din ku ew tankên ji stokên xwe bişînin wî welatî.

Berdevkê hikûmetê Steffen Hebestreit bi daxuyanîyekê dîyar kir ku ew dê ji stokên Bundeswehr 14 tankên Leopard 2 A6 bo şandinê hazir bikin.

Hebestreit got ku armanca wan e ku ew bi lez du tabûrên tankên Leopard 2 çêkin.

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz ser şandina tankan dîyar kir ku ewê hemê tiştên ku pêkan e bikin.

Scholz got ku perwerdekirina leşkerên Ukraynî ya jibo karanîna tankan wê di demeke nêz de destpê bike.

Bi hefteyan e givaştin li ser hikûmeta Scholz çêdibin ku ankan bişîne Ukrayna û rê bide hevbendên din yên NATO ku heman tiştî bikin.

Biryara Almanya niha pêşîya dewletên din yên wek Polonya, Îspanya û Norwêcê vedike ku ew jî tankên Leopard bidin Ukrayna ku Kîevê wan tankana ji têkbirina Moskowê girîng dibîne.

Moskow, hewilên şandina tankan ya ji alîyê welatên Rojavayî wek provokasyon û gaveke ne hewce bi nav dike.

Jêder: AFP – VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights