Ana SayfaJINLi Colemêrgê jineke qirika wê hatiye birîn hat dîtin

Li Colemêrgê jineke qirika wê hatiye birîn hat dîtin

Li parêzgehea Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê jinek di mala xwe de kuştî hat dîtin.

M.Cya ku li qata 5an a avahiyeke li Caddeya Kayacana li Taxa Bulakê, dijiya piştî hevjînê wê dît ku bê hereket radize, polîsan ji rewşê agahdar dike.

Li ser vê yekê tîmên polîs û yên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin û hat tesbîtkirin ku qirika jinêkê hatiye birîn û canê xwe ji dest daye.

Cenazeyê jinikê bo karûbarên otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

Hat zanîn ku M.C dayika 2 zarokan e.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn didome.

Cenazeyê M.C piştî karên otopsiyê biryar e li goristana Serê Solanê bê veşartin.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights