Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊHunermendê Kurd li ser strana Îtalî ya 'Bella Ciao' hat desteserkirin

Hunermendê Kurd li ser strana Îtalî ya ‘Bella Ciao’ hat desteserkirin

Hunermendê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê, Şaho Hisênî bi sedema xwendin û belavkirina straneke navdar a Îtalî bi zimanê Kurdî, ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hat desteserkirin.

Endamê Desteya Rêveber a Rêxistina Hengawê bo Mafên Mirov, Kawe Hesenpûr roja Duşemê 23ê Çileya 2023an di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, hunermend Şaho Hisênî ji aliyê hêzên emnî yên Îranê ve hatiye desteserkirina û “çarenivîsa wê ne xuya ye.”

Derbarê sedema desteserkirina wî hunermendê Kurd de, Kawe Hesenpûr got: “Wî strana Bella Ciao bi zimanê Kurdî xwendiye û belav kiriye, lewra jî hatiye desteserkirin.”

Şaho Hisênî hunermendekî diyar ê devera Hewraman a Rojhilatê Kurdistanê ye, ku zêdeyî 15 salan e stranan dibêje.

Di dema xwepêşdananên îsal de li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, ji aliyê welatiyan û hejmarek ji hunermendan ve strana navdar a Îtalî ya bi navê Bella Ciao gelek caran hat xwendin. Stran hem bi Kurdî û bi Farsî hatiye xwendin û rastî eleqeyek mezin a gel hat.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights