Ana SayfaSIYASETLavrov: Amerîka dixwaze li Sûriyê ji Kurdan re dewleteke biçûk ava bike

Lavrov: Amerîka dixwaze li Sûriyê ji Kurdan re dewleteke biçûk ava bike

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov careke din behsa avakirina dewletekê li rojhilatê Feratê dike û Rêveberiya Xweser bi cudabûn ji Sûriyê tohmetbar dike.

Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov ji rojnamevanan re axifî û got, divê li Sûriyê pêwendî bi Kurdan re baş bibin û ew dixwazin pêwendiyên Kurdan bi Şamê re baş bibin, lê Amerîka nahêle.

Lavrov herwiha got: “Amerîka dixwaze li Sûriyê ji Kurdan re dewleteke biçûk ava bike ji bo ku aliyên din û bi taybetî Tirkiyê tehrîk bike.”

Wezîrê Derve yê Rûsya eşkere kir ku  Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji wan xwestiye ku ji bo destpêkirina pêwendiyên bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re bibe alîkar.

Bi gotina Lavrov, bi awayekî ne eşkere, pêwendiyên Amerîka û Sûriyê berdewam dikin.

Di hman demê de Lavrov da zanîn ku Moskow amadekariya civîna di navbera wezîrê derve yê Tirkiyê û Sûriyê de dike û ew hevdîtina li ser daxwaza Enqerê bûye.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights