Ana SayfaSIYASETDemîrtaş Bang li Opozîsyona Tirkîyê Dike ku Xwe Nêzîkî HDP'ê Bike

Demîrtaş Bang li Opozîsyona Tirkîyê Dike ku Xwe Nêzîkî HDP’ê Bike

Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş îro Çarşemê got ku doza girtina HDP’ê beşeke ji planên serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan e ku berî hilbijartinên îsal di nava opozîsyonê de kaosê çêke .

Demîrtaş, di hevpeyvîneke taybet ya bi ajansa Reutersê re got ku ev gav piştî bîst salên ser desthilatdarîyê wê Erdogan ji têkçûnê rizgar neke.

Demîrtaş bang li hevpeymanîya serekî ya opozîsyona Tirkîyê kir ku bi partîya wî HDP’re hevkarî bike ku di hilbijartinên seroktî û parlamanê serketî be.

Tevî ku Demîrtaş ji 2016’an vir ve li girtîgehê ye û ew nema serokê HDP’ê ye, ew di sîyaseta Tirkîyê de wek kesekî serekî tê dîtin.

“Erdogan û hevbendê wî Devlet Bahçelî, li pişt givaştina qanûnî ya girtina HDPê ne. Armanca van her duyan ew e ku di nava opozîsyonê de kaosê çêkin û berî hilbijartinê HDP’ê qels bikin ku hilbijartinan qezenc bikin. Dema doza girtina HDP’ê jî biryareke sîyasî ya bi zanebûnê ye.”

Demîrtaş îdia kir ku Erdogan dikare givaştina ser dengdaran zêde bike û hîle û sextekarî di hilbijartinan de bike. “Lê, ew jî nikarin wî ji têkçûnê biparêzin jiber ku gelek kes bawerîya xwe ya bi Erdogan hinda kiriye û ne pêkan e ku ew vê yekê jinûve bi dest bixe.”

Hêjayî balkişandinê ye ku Demîrtaş berî hilbijartinan ji hesabê xwe yê Twitterê ji zêdetirî 2 mîlyon şopînerên xwe re rojane peyamên sîyasî belav dike.

Straneke ku wî nivîsîbû roja Yekşemê di mîtînga HDP’ê ya Stenbolê de hatibû lêxistin û bi hezaran kes navê wî qirîyabûn.

Jêder: Reuters / VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights