Ana SayfaSIYASETHevserokê HDP’ê Buldan: Emê Berbijarê Xwe di Demeke Nêz de Ragihînin

Hevserokê HDP’ê Buldan: Emê Berbijarê Xwe di Demeke Nêz de Ragihînin

Hevseroka Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Pervîn Buldan di komcivîna partîya xwe de got ku ewê di demeke nêz de berbijarê xwe yê serokomarîyê ragihînin.

Buldan dîyar kir ku di sîyasetê de niha du alî hene ku yek payîz û ya din jî zivistan e.

‘’Li alîyekî payîz, li yê din zivistan, bi wan bihar nayê vî welatî. Ya biharê bîne HDP ye.’’

Buldan got ku wan di têkoşîna xwe de bedelên giran dane û jiber vê jî normal e ku berbijarê wan hebe.

Hevseroka HDP’ê got ku ew di sîyasetê de, di têkoşînê de û di berbijarîya serokomarîyê de hene.

HDP bi hin partîyên çep yên wek Partîya Karkeran ya Tirkîyê (TÎP) di Tifaqa Ked û Azadîyê de ye.

Jêder: Rojnameya Yenî Yaşam / VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights