Ana SayfaKURDISTANŞandeke leşkerî ya Rûsyayê serdana Kobaniyê kir

Şandeke leşkerî ya Rûsyayê serdana Kobaniyê kir

Şandeke leşkerî ya Rûsyayê serdana bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê kir û endamên şandê bi rayedarên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê re hevdîtin kirin.

Serdana şanda Rûsyayê bo Kobanî duh Sêşemê 17ê Çileya 2023an û bi serokatiya Kolonel Aleksander Îlluks (Alexander Ellux) pêk hat û her du aliyan mijarên ewlehî, tendirustî û perwerdeyê gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, di hevdîtinê de berpirsên Rêveberiya Xweser ji şanda leşkerî ya Rûsyayê xwestin ku Rûsya erkên xwe yên rawestandina êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmê pêk bîne.

Rêveberiya Xweser dibêje, şanda Rûsyayê ji berpirsên wan re tekez kiriye ku ew dê li ser kêmkirina aloziyan li bakurê Rojhilatê Sûriyê kar bikin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Her du aliyan rewşa birêvebirina navçeyên Firatê ji aliyê perwerde, tendirustî û ewlehiyê ve gotûbêj kirin, û Rêveberiya Xweser a Firatê tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîste aliyê Rûs pabendî erkên xwe yên li beramber herêmê be, û êrîşên Tirkiyê rawestînin, ku sivîlan û navendên xizmetguzariyê yên herêma Firatê û tevahiya bakur û rojhilatê Sûriyê dikin armanc.”

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurd a Sûrî, Gêlo Îsa derbarê vê serdana şanda Rûsyayê de ji Rûdawê re ragihand, serdan di wê çarçoveyê de hat kirin ku Rûsya li herêmê dewleteke garantor e û divê erkên xwe yên li beramber herêmê pêk bîne û xwestin vê yekê bidin nîşandan.

Gêlo Îsa diyar kir, “Rûsya wek dewleteke garantor ew demeke dirêj e li Kobanî ye, divê erkê xwe pêk bîne daku aramî li herêmê hebe. Derbasbûna Rûsyayê ji bo aramiya herêmê bû, lê mixabin Rûsya pabendî wê yekê nabe.”

Di beşeke din a axaftina xwe de, Gêlo Îsa got, Rûsya nikare aramiyê li herêmê peyda bike, û dixwaze zextên Tirkiyê li ser herêmê hebin daku rola xwe yan jî rola rejîmê li wir aktîv bike û serweriya herêmê radestî xwe bike.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurd a Sûrî tekez kir, Rûsya bi xwe di nava krîzan de ye û nikare rahêje pirsgirêkên wê civakê û tenê dixwaze rewşê vegerîne bo qonaxa berî aloziyên li Sûriyê.

Gêlo Îsa diyar kir, di serdana şanda Rûsyayê de pirsgirêkên ewlehî, tendirustî û perwerdeyê de hatin nîqaşkirin û destnîşan kir, Kobanî beşek e ji Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê û ne rêveberiyeke bi serê xwe ye, lewra ew mijar divê bi rêveberiyê re bên gotûbêjkirin û wan ew peyama Rêveberia Xweser gihandiye şanda Rûsyayê.

Ew serdana şanda leşkerî ya Rûsyayê bo Kobanî di demekê de ye ku gefên Tirkiyê bo ser navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xwesr a Rojavayê Kurdistanê berdewam in.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) Mazlûm Ebdî jî di hevpeyvînekê de ji malpera Al Monitor re ragihandiye, ku ew texmîn dikin Tirkiye di Sibata îsal de ji aliyê Kobanî ve êrîşî Rojavayê Kurdistanê bike.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights