Ana SayfaSIYASET'Amerîka hewl dide Opozisyona Sûriyê û Rêveberiya Xweser nêzikî hev bike'

‘Amerîka hewl dide Opozisyona Sûriyê û Rêveberiya Xweser nêzikî hev bike’

Serkirdeyê Partiya Çep a Demokrat ku beşeke ji ENKS ji Rûdawê re got, Amerîka hewl dide pêwendiyên opozisyona Sûriyê û Rêveberiya Xweser nêzikî hev bike.

Piştî berfirehkirina liv û tevgera dîplomatîk ya Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê, aliyên siyasî behsa hewlên egera nêzîkbûna Rêveberiya Xweser û opozisyona Sûriyê dikin.

Ji aliyê Encûmena Niştimanî ya Kurd ve, Ehmed Icê, serkirdeyê Partiya Çep a Demokrat ji Rûdawê re got, Amerîka hewl dide opozisyona Sûriyê û Rêveberiya Xweser nêzîkî hev bike.

Serkirdeyê Partiya Çepa Demokrat Ehmed Icê dibêje “Aniha Amerîkî hewl didin ku nêzikbûnek di navbera Opozîsyona Sûriyê ku Encûmena Niştimanî ya Kurd jî beşek jê ye û Rêveberiya Xweser de peyda bike. Ev yek bê guman rê li ber çareseriyek bi tevahî ji bo Sûriyê li gor biryara navnetewî 2254 vedike.”

Li ser asta serbazî jî, hêzên Amerîka tevger û liva xwe li bakurê Rojavayê Sûriyê zêde kirine. Hin çavdêr behsa egera çalakkirina hin grûpên çekdar ji derveyî HSDê dikin.

Di vê derbarê de, Dr. Sebrî Yûsif, serkirdeyê partiya Wîfaq ku beşek ji MSDê ye, ji Rûdawê re got, ne Amerîka û ne HSD hebûna hêzeke serbixwe li navçeyê nakin.

Serkirdeyê Partiya Wîfaq Dr. Sebrî Yûsif anî ziman “Ez bawer nakim hêzeke din li beramberî hêza HSDê li rojhilatê Feratê bê damezirandin. Ji ber di pêşeroje de nebe alozî di navbera herdu hêzan de. Yanî Amerîkî qet qebûl nakin. Hêzeke din an beşên din hebin tevlî HSDê bibin ok, lê ji xeynî wê hêzeke din li beramberî HSDê çêbibe û ew hêz cuda be û îdara wê û îdara HSDê cuda be ev di baweriy min de Amerîkî qebûl nakin û HSD jî qebûl nake.”

Piştî civînên berpirsên Sûriyê û Tirkiyê bi navbênkariya Rûsyayê, hejmarek kesayetî û serkirdeyên berê yên opozisyona Sûriyê ya nêzî Tirkiyê bi aşkereyî daxwazê li opozisyonê dikin ku diyalog û hevtêgihiştinê li gel HSD û Rêveberiya Xweser bikin.

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights