Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊJINA MAHSA AMÎNÎ: Li Iranê heta niha 524 xwepêşander mirine

JINA MAHSA AMÎNÎ: Li Iranê heta niha 524 xwepêşander mirine

Li gorî daneyên HRANAyê, di xwepêşandanên ku bi mirina Jîna Mahsa Amîniyê re destpê kirine de heta niha 71 jê zarok 524 xwepêşander mirine.

Iro 16ê Kanûna Paşiya 2023an e. Jîna Mahsa Amîniya 22 salî 4 meh berê ji aliyê “polîsên exlaqparêz” ve hatibû desteserkirin û piştre miribû.

Xwepêşandanên ku bi mirina Jîna Mahsa Amîniyê re dest pê kirine di serî de li paytextTahran û Rojhilatê li gelek bajar û eyaletan Iranê didome. Her weha hêzên ewlekariyê jî hewl dide xwepêşandanan bi tûndkariyê tepeser bike.

Ajansa Nûçeyan ya Aktîvîstên Mafên Mirovan(HRANA) ku navenda wê li Tahranê ye têkildarî xwepêşandanan daneyên nû parve kiriye.

Li gorî daneyên HRANAyê ji 17ê Ilona 2022an roja xwepêşandanan destpê kiriye heta 15ê Kanûna Paşiya 2023an li Iranê hezar û 255 xwepêşandan pêk hatine.

Her weha di wan xwepêşandanan de bi giştî 524 kes mirine, ji wan 71 zarok bûne.

Li gorî daneyên HRANAyê di dema xwepêşandanan de ji “hêzên rejîmê” jî 68 kes mirine.

Heta 15ê Kanûna Paşiyê  bi giştî 19 hezar û 401 kes ji ber xwepêşandanan hatine desteserkirin ango hatine girtin. Ji wan kesan 713 xwendekar bûne.

HRANAyê bi bîr xistiye ku heta niha 4 xwepêşander hatine dardakirin.

Li gorî daneyan, 107 xwepêşander di bin metirsiya cezayê darvekirinê de ne.(SD/AY)

Bianet

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights