Ana SayfaSIYASETHDPyê serî li Dadgeha Destûrî daye: Bila doza girtinê bimîne piştî hilbijartinê

HDPyê serî li Dadgeha Destûrî daye: Bila doza girtinê bimîne piştî hilbijartinê

Sancarî gotiye ku ji bo doza girtinê wan îro serlêdaneke din li Dadgeha Destûra Bingehîn kiriye û xwestiye ku dadgehkirin bila bimîne piştî hilbijartinê.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancarî derbarê doza girtina partiya xwe de li Navenda Giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xistiye.

Li ser pirsa rojnamegeran ku gotiye, “Hin nûçe hatine belavkirin û hatine gotin, li beramberî ihtimala girtinê, hûnê di nava lîsteyên Partiya DEVAyê bikevin hilbijartinê. Gelo ev jî yek ji tedbîrên we ne? Beriya hilbijartinê, piştî lîsteyên YSK (Saziya Bilind a Hilbijartinê) diyar bibin, ger biryara girtinê bê dayîn, wê tedbîra we ji bo vê çi be?” Sancarî ev bersiv daye:

“Di hemû mijaran de tedbîrên me hene, di hemû mijaran de em amade ne. Hûnê jî qebûl bikin ku ez nikarim hûrgiliyên van tiştan ji we re bibêjim. Îdiaya derbarê Partiya DEVAyê de spekulasyoneke. Ev ne di nava lijneyên me de hatiye axavtin ne jî rayedarên Partiya DEVAyê mijareke wiha anîne rojevê. Wê xetayeke mezin be dema ez ji ber van spekulasyonan nirxandinan bikim. Beriya doz bê vekirin me amadekarî kirin. Me derbarê pêvajoya dozê de û encamên ihtimal in derkevin holê de xebat kirin.”

“Me îro serî lê da”

Sancarî diyar kiriye ku wan Komîsyona Hiqûqê ya HDPyê derbarê doza girtinê de îro serlêdaneke din kiriye û xwestiye ku hemû kar û barên derbarê doza girtina HDPyê de bila bimîne piştî hilbijartina 18ê Hezîrana 2023yan:

“Divê Dadgeha Destûra Bingehîn kar û barên derbarê vê dozê de bide sekinandin. Hilbijartin di rewşa asayî de wê roja 18ê Hezîrana 2023yan de bibe. Ger biryareke din neyê wergirtin, pêvajoya fermî ya ji bo hilbijartina 18ê Hezîrana 2023yan, wê di 19ê Nîsana 2023yan de destpê bike. Lê dîsa, li gorî hin zanyariyên li kûlîsan belav dibin û daxuyaniyên rasterast ên nûnerên desthilatdariyê, dibe dîroka hilbijartinê 14ê Gulanê be. Ger hilbijartin di 14ê Gulanê de bê kikirin, wê pêvajoya hilbijartinê bi rengekî fermî di 12ê Adara 2023yan de bibedestpê bike. Rewşeke zêde nediyar heye li holê. Ev nediyarbûn, hin hedefan digire nava xwe ku ji planên dorpêçkirina HDPyê wêdetir in. Desthilat dixwaze vê dozê li dijî HDPyê weke amûreke şantajê bikar bîne.

“Divê Dadgeha Destûra Bingehîn ji bo dadgehkirinê, divê hemû kar û barên derbarê vê dozê de, bihêle piştî hilbijartinê. Îstîsnaya vê, biryara destdanîna li ser hesabên alîkariya xezîneyê ye. Em ê di 4ê Sibatê de li dijî vê biryarê serî lê bidin. Şert e ku Dadgeha Destûra Bingehîn vê biryara destdanînhe betal bike, hewceye wisa bike.

“Divê biryara tedbîrê were rakirin, hemû karûbarên dadgehkirinê yên ji derveyî vê jî bimîne piştî hilbijartinê.” (AS/FD)

Bianet

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights