Ana SayfaSIYASETEsad Bang li Tirkîyê Dike ku Leşkerên Xwe ji Sûrîyê Vekişîne

Esad Bang li Tirkîyê Dike ku Leşkerên Xwe ji Sûrîyê Vekişîne

Serokomarê Sûrîyê Beşar Esad dîyar kir ku divê danûstandinên bi Tirkîyê re ser bingeha qedandina dagirkerîya li Sûrîyê û qutkirina alîkarîya bo terorîzmê be.

Bi vê gotinê Esad bi awayekî eşkere hêzên Tirkîyê yên li bakurê Sûrîyê û piştgirîya Enqerê ya bo serhildayên Sûrî bi bîr xistin.

Li gor ragihandina medyaya Sûrî, Esad ew gotin ji karbidestên Rûsî re kirin.

Tirkîye, ku leşkerên xwe jî şandine bakurê Sûrîyê, yek ji piştgirên herî pêş yên serhildayên Sûrî ye.

Moskow, ku dixwaze di navbera Şam û Enqerê de nêzîkatî çêbe, meha borî bo civîna wezîrên berevanî yên her du dewletan mazuvanî kir.

Çaverê ye di meha pêş de wezîrên derve yên Tirkîyê û Sûrîyê kom bibin û di dawîyê de serokomarê her du dewletan bicivin.

Esad got ku divê hevdîtin ser qedandina dagirkerîyê û piştgirîya bo terorîzmê be.

Karbidestên Sûrî peyva terorîzmê bo hemê komên serhildayan bi kar tînin.

Jêderekî dîplomatîk ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re dîyar kir ku Sûrîye ji Tirkîyê dixwaze ku ew leşkerên xwe yên li bakurê Sûrîyê vekişîne û dawî li piştgirîya bo sê komên serhilda bîne.

Wezîrê Derve yê Mevlut Çavuşoglu do Pêncşemê got dibe ku ew di serê Sibatê de bi hemtayê xwe yê Sûrî re bicive.

Eger ew civîn çêbe dê civîna herî payabilind ya Enqere û Şamê be ji şerê navxweyî ya 2011an vir ve.

Sûrîyê hîn ser dema civînê ti agahî nedaye.

Jêder: Reuters / VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights