Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî (PZK) Şerefxan Cizîrî got “Em nikarin bi kampanyayên berdewam doza ziman bimeşînin. Divê hêzrêziyê bikin û daxwazên xwe hevpar bikin. Îro belavbûnek heye. Daxwaza me ya sereke ew e ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê û bibe zimanê fermî. Dersa hilbijartî ya kurdî jî di vê wateyê de gavek e.”
Bi biryara Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê, ji sala 2012an ve di çarçoveya Ziman û Zaraveyên Zindî de, zimanê Kurdî wek dersa bijarte bo polên 5,6,7,8 li dibistanan tê xwendin.
Xwendekar di sala perwerdehiyê ya 2023-2024an de heta 20ê Çileyê dê bikaribin dersa Kurdî hilbijêrin û dibistanên xwe ji tercîhên dersa hilbijartî agahdar bikin.
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî (PZK) Şerefxan Cizîrî beşdarî bultena Rûdawê bû û pêvajoya kampanyaya hilbijartina dersa Kurdî nirxand.
Cizîrî pêvajoya kampanyaya hilbijartina dersa Kurdî wiha nirxand:
“Me îsal jî daxuyaniyek belav kir bang li dê û bavan kir lê bi rastî kampanyayeke weke sala borî tine. sala borî bi awayekî eşkere Rûdaw ji bo kampanyayê gelek bibandor bû. Çapemeniya Başûr bi taybetî xebateke bi bandor meşand. Herwiha em jî wisa. Lê helbet em nikarin bi kampanyayên berdewam doza ziman bimeşînin.
Divê hêzrêziyê bikin û daxwazên xwe hevpar bikin. Îro belavbûnek heye. Daxwaza me ya sereke ew e ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê û bibe zimanê fermî.
Dersa hilbijartî ya kurdî jî di vê wateyê de gavek e. 4-5 sal in me wek platform di vî warî de gelek xebat meşandin.
Lê dixuye ku hin tişt tenê bi daxwaz û bangkirinê nabin. Têgihîştina hevpar a siyasî jî girîng e. Îro her kes dizane ku pirsgirêka Kurd siyasî ye. Li Parlamentoya Tirkiyê hatiye qedexekirin û divê qedexeya li ser ziman bê rakirin. Divê budçe bê veqetandin, mamoste bên tayînkirin, gelek tişt pêwîst in. Weke saziyên Kurd mafê me heye em van tiştan bibêjin. Lê ev kar tenê bi gotinan nabe. Di mijara ziman de divê hevrêziyek hebe.
Me weke PZKê mijara ziman anî rojevê. Berê hin lêkolîn hatin kirin, em jî piştgirî didin wan. Weke platformê jî me ev mijar anî rojeva Tirkiyê.
Em bang li hemû saziyên li ser ziman dixebitin dikin: Em dibêjin bila ji bo ziman stratejiyeke hevpar diyar bikin. Werin em hemû bi hev re vê pirsgirêkê çareser bikin. Bi tohmetbarkirin û biçûkkirinê nabe. Ger em werin ba hev, em dikarin bi hêsanî kurdî li Tirkiyeyê bidin qebûlkirin.
Hin kes li ser Twitter û Facebookê xwe qehreman dide nasîn. Pirsgirêka ziman li ser Twitter û Facebookê çareser nabe. Rast e, amûrên bi bandor in, lê helwesta ‘me dinya feth kir’ jî xelet e.”
Rudaw