Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊBeriya mutalaayê dosya li Doza Kobanê hate zêdekirin

Beriya mutalaayê dosya li Doza Kobanê hate zêdekirin

Dozgerê ku di Doza Kobanê de beriya parastinan dê mutalaayê bide, dosyaya bi Doza Kobanê re kirine yek weke hincet nîşan da û daxwaza dema zêde kir. 

Danişîna 20’emîn a Doza Kobanê di 31’ê kanûnê de li eywana danişînê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hatibû lidarxistin. 17 jê girtî 108 siyasetmedar ji dozê tên darizandin. Bi piraniya van siyasetmedaran endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê yên berê ne. Her wiha Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nava 17 siyasetmdarên girtî tên darizandin de cih digirin. Di danişînê de bêyî parastin biqedin biryara mutalayê hat dayîn. Piştî danişîna dawî derket holê ku dosyaya bi hejmara biryara 2022/183 ya li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê bi Doza Kobanê re kirine yek. 

5’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind ji bo biryara dosyaya kirine yek, ji dozgeriyê nêrîn xwest. Dozger, têkildarî biryara Dadgeha Bilind a ji bo dosyeyê bi Doza Kobanê re bike yek xwest ku dîrokên 7-8-9’ê sibatê yên ji bo dayîna mutalaayê hatibûn diyarkirin, bên dirêjkirin. 

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights