Ana SayfaSIYASETKiliçdaroglu: Girtina Partîyên Sîyasî Kiryara Dewrên Leşkerî Ye

Kiliçdaroglu: Girtina Partîyên Sîyasî Kiryara Dewrên Leşkerî Ye

Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di komcivîna partîya xwe de ser girtina partîyan axifî.

Kiliçdaroglu dîyar kir ku girtina partîyên sîyasî kevneşopîya dewrên leşkerî ye.

‘’Êdî di demokrasîyan de partî nayên girtin. Li gor me girtina partîyan û qutkirina alîkarîya xezîneyê ji wan ne rast e’’ Kiliçdaroglu got.

Wî dîyar kir ku li Tirkîyê hêz dikeve destê kê dest bi gefxwarinê dike.

Dadgeha Qanûna Bingehîn di rojên borî de daxwaza ser blokekirina hesabên alîkarîya xezîneyê pejirandibû.

Wê dadgehê bo berevanîyê mehek dem daye HDP’ê.

Ser HDP’ê doza girtinê jî heye. Dadgeha Qanûna Bingehîn, ku bi 15 endam e, piştî berevanîya devkî ya HDP’ê di biryara ser dozê bide.

Serşîretvanê Serokomarîya Tirkîyê Mehmet Uçum îro Sêşemê dîyar kiribû ku li gor qanûnan çaverê ye ku HDP were girtin.

Jêder: Haberturk

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights