Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊDFG: Heke 87 rojnameger girtî bin 10’ê çileyê nayê pîrozkirin

DFG: Heke 87 rojnameger girtî bin 10’ê çileyê nayê pîrozkirin

Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) tekildarî 10’ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da. Hevserokên HDP’ê yên Amedê Gulistan Atasoy û Zeyad Ceylan, endam û rêveberên OHD’ê, MEBYA-DER’ê, MED-DER’ê û gelek rojnameger di daxuyaniyê de amade bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser wêneyên rojnamegerên ku girtîne hebû û “Çapemeniya azad serî natewîne” dinivisî hate hilgirtin. Girseyê dirûşmeyên, “Çapemeniya azad serî natewîne” berzkirin. 

Daxuyanî ji aliye hevseroka DFG’ê Dicle Muftuoglû ve hat xwendin. Muftuoglu, bi lêv kir ku 10 Çileyê tu car ji bo rojnamegeran nebûye roja pîrozbahiye û ev tişt gotin: “Desthilata AKP’ê ku bi gotinên, ‘Demokrasiyê’ bû desthilat welat weke girtîgehê lê kir. Di sala 2016’an pêvajoya OHAL’ê de bi rêya KHK’ê nêzî 300’î sazî û dezgehên çapemeniyê ku di bin kontrola wan de nebûn hatin girtin.”

‘AKP WELAT KIR GIRTÎGEH’

Bi domdarî Muftuoglu bal kişand ser rojnamegerên girtî û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Lê tevî hemû zextan jî rojnameger karê xwe dikin. Desthilat dixwaze bi navê ‘Dezenformasyone’ bi kanûna sansûrê dengê rojnamegeran bigire. Parvekirineke li ser medyaya dîjîtal dema desthilat aciz bike dozê vedike. Rojnameger cihê ku li qadan nûçeyan bişopînin ji ber dozan wexta xwe li edliyeyan derbas dikin. Dema mijar dibe rojnamegerên kurd şert û merc hê girantir dibin. Di van 7 mehên dawî de 27 hevalên me yên rojnameger hatin girtin û hejmara rojnamegerên girtî derket 87’an. Rojnamegerên ku di 16’ê heziranê de li Amedê hatin girtin û hê jî ne diyare bi çi tên sucdar kirin li ser medyaya alîgir tên krîmînalîze kirin. Tevî 7 meh bi ser girtina rojnamegeran re derbasbûn jî derheqê wan de hêj jî lêpirsîn bi dawî nebû ye.”

‘BAJAR BIGUHERIN JÎ SEDEM HEMAN E’

Muftuoglû, bi bîr xist ku di 25’ê cotmehê de jî 11 rojnameger di lêpirsîna Enqerê ku hatibû destpêkirin de hatin binçavkirin û got: “Rojnameger bi zext û tundiyan hatin binçavkirin. Dema hatin binçavkirin jî xwestin serê wan bitewînin. Ew dimen jî ji aliye Miduriyeta Polîsan a Enqereyê ve hat parvekirin. Bi van dîmenan xwestin gefan li rojnamegerên ku li derve mane bixwin. Ji wan 9 rojnameger jî hatin girtin. Di van girtinan de her çiqas nav û bajar biguherin jî tawanbarkirin û sedem heman e. Ji hevalên me nûçeyên ku çêkirine pirsîn.”

‘BILA HEMÛ ROJNAMEGER BÊN BERDAN’

Muftuoglû, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi van girtinan dixwazin çapemeniya azad bêdeng bikin û axaftina xwe wiha qedand: “Ji bo em bikarin rastiyan ragihînin û rojnamegeriyê biparêzin têkoşîna xwe berdewam dikin. Cihê ku 87 rojnameger lê girtî bin ji bo me 10’ê Çileyê nabe rojeke pîrozkirinê, em vê roje weke roja têkoşînê dibînin. Em li vir careke din di serî de hevalên me yên ku li Amed û Enqerê hatin girtin û ji bo hemû rojnamegerên girtî banga berdane dikin.” 

MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights