Ana SayfaSIYASETSancar: HDP bi Ragihandina Berbijarekî Derîyê Dîyalogê Nagire

Sancar: HDP bi Ragihandina Berbijarekî Derîyê Dîyalogê Nagire

Sancar dîyar kir ku wan berê jimareke caran banga danûstandinên eşkere û dîyaloga rastexwe kiriye, lê bersîv nehatiye.

‘’Divê ew eşkere bikin ku ka çima bi me re dîyaloga eşkere çênekirine. Em dixwazin li pêş bîragiştî dîyalogê çêkin û bo danûstandinan li hev bikin.”

Hevserokê HDP’ê bi berdewamî got ku piştî ew û 6 partîyên din yên rikeberîyê berbijarên xwe eşkere bikin ewê dîsa bo danûstandinan hazir bin.

Sancar got ku wê çaxê ger opozîsyon jibo danûstandinan bang li me bike em nabêjin na.

Wî dîyar kir ku wan jiber stratejîya xwe ya hilbijartinê biryar daye ku ew berbijarê xwe ragihînin û berbijarê wan wê yekî xurt be.

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan di dawîya hefteyê de eşkere kiribû ku ewê bo serokomarîyê berbijarê xwe dîyar bikin.

Jêder: Rojnameya Yenî Yaşam

VOA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights