Ana SayfaKURDISTANŞandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir

Şandeya ku ji Başûr hat serdana DBP’ê kir

Di 23’yê kanûna 2022’yan de polîsan bi ser Navenda Giştî ya DBP’ê û gelek rêxistinên wê de girtin. Di encama van serdegirtinan de Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevserokê Amedê Hayrettîn Altûn hatin girtin. Li dijî vê yekê gelek partî û saziyên Kurdistanê ji bo piştevaniyê serdana DBP’ê kirin. Îro jî şandeya ku ji Başûrê Kurdistanê hat û Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Dr. Kawa Mahmoud, Endamê Polîtburoya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Bêkas Kadir jî di nav de cih digirt serdana Buroya Şewrê ya Navenda Giştî ya DBP’ê ya li Amedê kir. 

‘EM PIR WATEYÊ DIDIN VÊ SERDANÊ’

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz xêr hatina mêvanan kir û da zanîn ku zext û zorên li ser DBP’ê û li çar perçeyên Kurdistanê heman tiştin. Aydenîz bi bîr xist ku piştî vê serdegirtina partiya wan gelek sazî û partiyên Kurdistanê ji bo piştevaniyê serdana wan kirine û wiha berdewam kir: “Îro jî şandeya ku ji Başûrê Kurdistanê hatiye serdana me kir. Em pir wateyê didin vê seredanê. Em li ser navê DBP’ê ji bo hatina wan spas dikin. Tê zanîn ku dewleta Tirkiyeyê ji avabûna xwe heta niha ne tenê li Bakurê Kurdistanê li her çar parçeyan jî dijminatiya gelê kurd dike. Îro li dijî vê dijminatiyê sekna gelê kurd, sekna siyaseta kurd dê li her çar parçeyên Kurdistanê yekitiya kurdan xurttir bike. Desthilata AKP’ê û MHP’ê li ser dijminatiya gelê kurd dixwaze di hilbijartina 2023’yan de bi destê darazê berdewam bike. Li dijî van bêhiqûqiyan jî siyasetmedarên kurd hevdu tenê nahêlin. Peyam, peyameke girîng e. Em jî dibêjin ku heta siyaseta demokratîk pêş bikeve, azadiya her çar parçeyên Kurdistanê were mayîndekirin, em ê li dijî zext û zordariyan bi gelê xwe re tekoşîna xwe berdewam bikin.”

‘XURT KIRINA DIYALOGÊ GIRÎNG E’

Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Dr. Kawa Mahmoud jî di serdanê de axivî û ev tişt gotin: “Me xwest ku seredana hogirên xwe yên li vir bikin. Em piştgiriya tekoşîna wan dikin û em dixwazin pirsgirêk bi rêyeke demokratîk û aştiyane de were çareserkirin. Em li ser navê her du partiyan ji bo peyama têkiliya gelê kurd û gelên herêmê bi hêztir bikin li vir in. Di rewşek û cihekî wisa de xurt kirina diyalogê girîng e. Em di hilbijartinên pêşiya me de jî, ji tekoşîna demokratîk re serkeftinê dixwazin.” MA

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights