Ana SayfaKARKERISIG: Di sala 2022an de 1843 karker mirine

ISIG: Di sala 2022an de 1843 karker mirine

Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) rapora xwe ya mirina karkeran a di dema karkirinê de ya sala 2022an aşkere kiriye.

Li gorî raporê di sala 2022an de her kêm hezar û 843 karker di dema karkirinê de mirine.

Di meha Kanûna Paşiyê de 120, di meha Sibatê de 109, di meha Adarê de 122, di meha Nîsanê de 129, di meha Gulanê de 178, di meha Hezîranê de 189, di meha Tîrmehê de 173, di meha Îlonê de 161, di meha Çiriya Pêşiyê de 163, Çiriya Paşiyê 128 û di Kanûna Pêşiyê de herî kêm 181 karker mirine.

Li gorî van daneyan di sala 2022an de rojê hêrî kêm 5 karker di dema karkirinê de mirine.

Li gorî Meclîsa ÎSÎGê, di salên desthilatdariya AKPê de herî kêm 30 hezar û 546 karker di dema karkirinê de mirine. Piştî ku di 30ê Hezîrana 2012an de Qanûna Ewlehî û Tenduristiya Karî a bi hejmara 6331ê di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin û pêvajoya piştî wê, dîsa li gorî daneyên Meclîsa ISIGê di sala 2013an de herî kêm 1235, di sala 2014an de 1886, di sala 2015an de 1730, di sala 2016an de 1970, di sala 2017an de 2 hezar û 6, di 2018an de 1923, di 2019an de 1736, di sala 2020an de 2 hezar û 427 û di sala 2021an de jî 2 hezar û 170 karker di dema karî de mirine.

Bi tenê ji sedî 5 ji wan endamên sendîkayan bûn

Di sala 2022yê de ji hezar û 843 kedkarên ku mirine jê 1600 bi maeş (karker û karmend) bûne, 243 jî esnaf û cotyar bûne.

Ji wan 108 jin û hezar û 735 jî mêr bûne. Bi tenê 92ê wan ango ji sedî 4,99ê wan endamên sendîkayan bûne, hezar û 751 ango ji sedî 95,01ê wan ne endam bûne.

64 karkerên zarok mirine

Di sala 2022an de herî kêm 64 zarokên ku temenê wan di bin 18an de ne mirine. Temenên karkerên ku di sala 2022an de mirine:

o   14 û kêmtir 27 zarok,

o   Yên temenên wan di navbera 15-17yan de 37 zarok/ciwan,

o   Yên temenên wan di navbera 18-27an de 390,

o   Yên temenên wan di navbera 28-50an de 756,

o   Yên temenên wan di navbera 51-64an de 428,

o   65 û berjortir 99,

o   Temenên 106 karkeran nehatiye diyarkirin.

90 jê penaber/koçber bûn

Di nava van karkeran de penaber/koçber jî hebûn. Di sala 2022an de 84 karkerên penaber/koçber mirine.

39 jê sûriyeyî, 20 jê afganistanî, 8 jê tirkmenistanî, 5 jê ozbekistanî, 5 jê îranî, 3 jê irûsyayî, her yek ji wan yek azerbaycanî, belarûsî, endonezyayî, iraqî, kuweytî, nîjeryayî, pakistanî, sirbistanî, ukraynayî û yewnanistanî bûye. (HA/AY)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights