Ana SayfaKURDISTANNisêbîn: Polîsan ji ber cilên Kurdî bi tundî li 2 xortên Kurd...

Nisêbîn: Polîsan ji ber cilên Kurdî bi tundî li 2 xortên Kurd dan

Li gor zanyariyên di medyaya Tirkiyê de belavbûne şeva sersalê 31ê Kanûna 2022an li taxa Dîcle ya navçeya Nisêbînê xortê bi navê B.K ku temenê wî 16 sal in û xortê bi navê H.G ku temenê wî 18 sal in dema ku demjimêr derdora 23.30an bi cilên Kurdî ji şeva hinê ya xizmekî xwe vedigeriyan, Polîsên Tevgera Taybet a Tirkiyê ew rawestandine û li wan dane.

Tûndûtîjiya polîsên Tirkiyê ya li hember wan herdû xortên Kurd, ji aliyê kamereyeke çavdêriyê ya dikanekê ve hatine tomarkirin û li ser medya civakî û hinek saytên nûçeyan hatine belavkirin.

Di dîmenan de zirxpoşek pêşiya wan herdû xortan digire û 3 polîsên tevgera taybet ji zirxpoşê peya dibin û li wan herdû xoratan didin. Piştre serê wan li zirxpoşê didin û wan didin ber kulm û pehînan. Di dîmenan de diyar dibe ku yek ji polîsan pêhnan li serê yek ji wan xortên li erdê dide.

Polîs demekê dirêj xortan li wir desterkirî dihêlin û pişî kontrolkirina nasnameyê wan berdidin.

Li gor zanyariyan wan xortan bûyer ji malbatên xwe re gotine û piştî hatiye zanîn ku li cihê bûyerê kamerayên çavdêriyê hene, malbatên wan bi rêya Komeleya Hiquqnasên Azad (OHD)li Serdozgeriya Komarî ya Nisêbînê gilî tomar kirin.

Komeleya Hiquqnasên Azad (OHD) roja Pêncşemê 5ê Çileya 2023an li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihaniye: “31.12.2022 li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê B.K (16) û H.G (18) tenê bi hinceta ku cilên herêmî li xwe kirine ji aliyê polîsan hatine rawestandin û rûbirûyî gef û îşkenceya wan bûne. Derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin û em dê bûyerê bişopînin. Dê têkoşîna me ya hiquqî li dijî wan kesên ku bi kîn û nefretê li cilên xelkekê dinêrin û vê wek sedemeke tûndûtijiya li dijî wan dibînin, berdewam bike. ”

Baroya Mêrdînê jî bi heman awayî ragihand ku Komîsyona wan a Mafên Mirov û Komîsyona Zarokan derbarê mijarê de lêkolîn dane destpêkirin û tekez kiriye ku ew dê li hember îşkence û miamelaya xirab li ser têkoşîna xwe berdewam bin û dibêje:”Em dê proseya lêkolînê bişopînin.”

Qeymiqamtiya Nisêbînê jî derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û ragihand “Derbarê bûyerê de lêkolînên dadî û îdarî hatine destpêkirin.”

Herdû xortên ku rûbirûyî tûndûtîjiya polîsan bûne, di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de diyarkirine ku polîsan piştî ku ew rawestandine, li wan dane, sivkatî bi wan kirine û ji wan re gotine :”Ma ti cilên din nebûn hûn lixwe bikin.”

Li navçeya Rezan a parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, jî şeva 14ê Kanûna 2022an polîsan li ciwanekî Kurd xistibûn ku dixwest bigihîjhe nimêjê û belavbûna dîmenên wê bûyerê jî li ser medyayên civakî bibû sedema karvedanan.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights