Ana SayfaSIYASET“Enqere ji Şamê xwest ku YPGê wek rêxistineke terorîst nas bike”

“Enqere ji Şamê xwest ku YPGê wek rêxistineke terorîst nas bike”

Piştî 11 salan di yekemîn peywendiya fermî ya di navbera Tirkiye û Sûriyê de Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan, Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu û Wezîrê Berevaniya Sûriyeyê Elî Mehmûd Ebas di 28ê Berfenbara 2022an de li Moskowa paytexta Rûsyayê hevdîtinek pêk anîbûn.

Piştî civînê li bajarê Babê yê Sûriyê ku di bin kontrola komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ye, nêzîkbûn û gavên normalîzekirina navbera Tirkiye û Sûriyê hatin protestokirin.

Herweha li hemû bajar û bajarokên Idlib û Helebê yê di bin kontrola opozîsyonê de jî ji bo şermezarkirina helwêstên vê dawiyê yên nêzîkbûna Tirkiyê bi rêjîma Sûriyê re xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin.

Rayedarekî Tirk ku navê wî nehat eşkerekirin di derbarê hevdîtinê de ji ajansa nûçeyan a Reutersê re axivî û got ku Tirkiyê ji Sûriyê xwestiye ku “YPGê weke rêxistineke terorîst nas bike.”

“Tirkiyê garantî daye Opozîsyona Tirkiyê”

Serokê Hikûmeta Sûriyê ya Demkî ya ku Tirkiyê piştevaniya wê dike, Abdurrahman Mistefa got ku Tirkiyê piştrast kiriye ku piştgiriya xwe ji bo saziyên opozîsyona Sûriyê û welatiyên Sûriyê yên li navçeyên di bin kontrola opozîsyonê de ne, ew dê berdewam bin.

“Hevdîtin bi giranî li ser YPGê bû”

Mistefa ragihand ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlut Çavuşoglu li Moskowê bi rayedarên Sûriyê re bi giranî li ser têkoşîna li dijî şervanên YPGê yên li Rojavayê Kurdistanê bûye.

Rayedarekî payebilind ê Tirk ji Reutersê re got ku wan bertekên komên serhildayan li ser civînê dîtiye lê “Tirkiye siyaseta xwe bi xwe diyar dike.”

Rayedar got, “Ne rast e ku meriv ji civîna yekem a wezîran encamek bilez hêvî bike.”

“Bila Şam YPGê wek rêxistineke terorîs nas bike”

Wî her wiha ragihand “Enqereyê di hevdîtinên hefteya borî yên Moskowê de ji Şamê xwest ku YPGê wek rêxistineke terorîst nas bike.”

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights