Ana SayfaKURDISTANRojava; Bi mûşekan êrîşî binkeya hêzên Hevpeymanan kirin

Rojava; Bi mûşekan êrîşî binkeya hêzên Hevpeymanan kirin

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) di daxuyaniyekê de ragihand, îro Çarşemê 4ê çileya 2023an li navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) de bi mûşekan êrîşî binkeyeke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê hatiye kirin.

Di daxuyaniyekê de li ser Twitterê, Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê dibêje, îro derdora demjimêr 09:00 sibê li gor dema Sûriyê, binkeyeke hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li bakurê rojhilatê Sûriyê bi 2 mûşekan hatiye armanckirin.

CENTCOM dibêje, êrîş bo ser binkeya hêzên Hevpeymaniya ya li Mîsyona Piştevaniyê ya li Konîko hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di êrîşê de ti ziyanên canî û birîndar nebûne û ti zirar negihiştiye bingehê û milkên hevpeymaniyê.”

Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê herwiha daye xuyakirin, “Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) serdana cihê rokêtê kirin û rokêta sêyem jî dîtin ku nehatibû arastekirin.”

Berdevkê Hevpeymaniyê got: “Êrîşên bi vî rengî hêzên Hevpeymaniyê û sivîlan jî dixe metirsiyê û dê bandorê li wê aramî û ewlehiya li Sûriyê û herêm bike bi zehmetî hatiye bidestxistin.”

Rudaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights