Ana SayfaKURDISTANLi Babê dijî nêzîkbûna Enqere û Şamê xwepêşandanek hat lidarxistin

Li Babê dijî nêzîkbûna Enqere û Şamê xwepêşandanek hat lidarxistin

Li bajarê Bab ê bakurê bajarê Helebê yê Sûriyê ku di bin rêveberiya grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de ye îro Înê 30ê Berfanbara 2022a xwepêşandanek li dijî hewlên asayîkirina Tirkiyê û Sûriyeyê xwepêşandan hat lidarxistin.

Li gorî AFPê yek ji çalakvanan Subhî Xabiyeh got, “Divê Tirkiye li dijî me piştgiriyê nede Esed. Divê ew bi me re be, ne li dijî me.”

Li gorî Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) di van rojên dawî de li bakurê Sûriyê li dijî nêzîkbûna Enqere û Şamê xwepêşandan tên lidarxistin. Li gor nûçeya Euronewsê jî hin xwepêşanderan dirûşmên wek “Em bimirin jî bi Esed re aşt nabin.” avêtin.

Xwepêşandêra bi navê Hîtam El-Taha ji AFPê re anî ziman, “Ereban em firotin lê Erdogan me bifroşe jî em teslîm nabin.”

Wezîrê Berevaniyê ya Tirkiyê Hulusî Akar, Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan, Wezîrê Berevaniyê ya Rûsyayê Sergey Şoygu û Wezîrê Berevaniyê ya Sûriyê Elî Mehmûd Ebas û Serokê Îstixbarata Sûriyê Elî Memlûk di 28ê Berfenbara 2022an de li Moskow a paytexta Rûsyayê hevdîtinek pêk anîbûn.

Civîna li Moskowê ya di navbera Tirkiye û Sûriyê de piştî 11 salan li ser asta wezîran bû yekem civîn.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights