Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊDi hefteyekê de 2 caran girtiyê nexweş Ozkan birine nexweşxaneyê

Di hefteyekê de 2 caran girtiyê nexweş Ozkan birine nexweşxaneyê

Ozkanê 84 salî 27 sal in girtiye û nexweşiyên giran ên weke dil, alzheimer, anevrizma, tansiyon, guatr, û yên ji ber gurçikan û rêviyan lê peyda bûne. Nikare baş bibihîse û bibîne bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne.

 Mehmet Emîn Ozkan heta niha 5 caran dilê wî sekiniye û ji ber vê 4 caran anjiyo bûye. Di demên dawî de Ozkan her hefte herî kêm rojeke dibin nexweşxaneyê. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê hefteya borî du carên din jî Ozkan rakirine nexweşxaneyê.  

Selma Ozkan, keça Mehmet Emîn Ozkanî, sêşema borî çûye girtîgehê cem bavê xwe. Ozkan daye zanîn ku bavê wê heftaya borî roja sêşem û çarşemê cardin rakirine nexweşxaneyê û gotiye: “Dema bavê min dibin nxweşxaneyê li ser kursiyê biteker dibin û destê wî kelemçe dikin.” 

Ozkanê anîye ziman ku birayê wê yê girtî bavê wê bi kursiya biteker aniye cihê hevdîtinê. Ozkanê destnîşan kiriye ku her diçe rewşa bavê wê xirabtir dibe û ev tişt gotiye: “Ji ber ku deng naçê, em nikarin têkiliyê pê re deynin. Diçe nexweşxaneyê, lê nikare xwe îfade bike û bersiv bide. Gava em tiştekî dibêjin, birayê min diçe di guhê wî de dibêje. Di telefonê de jî wisa ye. Destên wî dilerizin. Yanî bi tu awayî em nikarin têkiliyê bi bavê min re deynin. Nikare lazmatiyên xwe yên rojane jî bi tena serê cwe pêk bîne.”

Ozkanê weha pêde çûye: “Mirovekî 85 salî û gelek nexweşî pê re hene û her diçe rewşa wî xirab dibe. Kêlî bi kêlî rewşa bavê min xirab dibe. Belkî sibe ji bo bavê min pir dereng be jî.” 

IHD: 1517 girtîyên nexweş hene

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), 651 jê giran hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Di sala 2022an de herî kêm 75 girtî li girtîgehan mirine.

Çi bûbû?

Ozkanê 84 salî 27 sal in girtî ye.

Heta niha pênc caran dilê wî sekiniye, nexweşiyên giran ên weke alzheimer, anevrizma, tansiyon, guatr û yên ji ber gurçikan û rêviyan lê peyda bûne. Nikare baş bibihîse û bibîne bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne.

Digel ku berê rapor dabûnê û gotibûn nikare li girtîgehê bimîne, ew nehatiye tehliyekirin. Ji ber ku rewşa wî ya tenduristiyê di asteke xeter de ye, ji bo wî tehliye bikin, hewl didin raporên nû ji wî re bistînin.

Herî dawî vîdeoyek hatibû weşandin ku tê Mehmet Emîn Ozkan hebû û leşkeran ew dibirin nexweşxaneyê. Di vê vîdeoyê de jî hate dîtin ku Ozkan nikare bimeşe û nexweşê giran e. Digel vê rewşê kelemçeya destê wî dernexistine û Saziya Tipa Edlî gotiye ku “ew dikare li girtîgehê bimîne.”

Mehmet Emîn Ozkan bi tohmeta ku di dema qetlîama Liceyê de tiliya wî di kuştina Bahtiyar Aydin, Fermandarê Herêmê yê Cendermeyan de heye girtî ye. Lê piştî 20 salan ji qetlîamê dozgeriyê gotiye ku albayê teqawidbûyî Eşref Hatîpoglû, Fermandarê Alaya Cendermeyan ê Amedê persiyarê qetlîamê ye.

Li Liceyê, navçeya Amedê di 22yê Çiriya Pêşiyê ya  1993yan de 14 sivîl û Bahtiyar Aydin li gel leşkerekî miribûn. Doza Lîceyê di 8ê Kanûna Pêşiyê ya 2018an de bi biryara beraetê ya ji bo Eşref Hatîpoglûyî qediyabû.

Dadgehê gotibû ku berpirsiyar ne Hatîpoglû ye û bersiv nedabû wê pirsê ku bê ka kê 16 kes kuştine.

Di îdianameya vê dozê de hatibû gotin, berpirsiyar ne weke ku wê demê gotibûn, leşker in lê ne rêxistine.

Di îdianameyê de hatibû diyarkirin ku “derbarê beşdarbûna Mehmet Emîn Ozkanî ya vê çalakiyê de ti zanyarî nînin.”

Mehmet Emîn Ozkan 8 sal berê careke din di vê dosyayê de hate dadgehkirin ku berê ceza jê xwaribû. Lê ne hate tehliyekirin ne jî delîlên nû yên hatin nirxandin. (AY) BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights