Ana SayfaÇAND HUNERBelgefîlmê “Bîra mi’ têtin”” wê li ser înternetê bê weşandin

Belgefîlmê “Bîra mi’ têtin”” wê li ser înternetê bê weşandin

Belgefîlmê Selîm Yildizî yê bi navê “Bîra mi’ têtin” wê ji bo salvegera Qetlîama Robozikê careke din bê nîşandan.

Yildizî belgefîlm di sala 2016ê de ji bo Qetlîama Robozikê kişandibû.

Fîlm beriya niha li Tirkiyeyê û welatîn din di çendîn festîvalan de hatibû nîşandin û xelat wergirtibûn.

Di sala 2016ê de ji bo Festîvala Fîlman a 27an a Navnetewî ya Enqereyê hatibû hilbijartin. Dema wê ya nîşandanê jî diyar bû, lê ji bernameya festîvalê hatibû derxistin.

Di 28ê Kanûna Pêşiyê ya 2011ê de balafirên şerî yên Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) ji gundê Robozikê yê Qilabana Şirnexê bombe kiribûn. Di encamê de 34 kes can dabûn. Sînan Encu, birayê Şivan Encuyê ku yek ji qurbaniyan bû di fîlmî de dilîst. Sînan Encu di 18ê Kanûna Pêşiyê ya 2018ê de di qezayeke trafîkê de can dabû.

Hin xelatên ku fîlmê wergirtiye ev in:

Xelata Qabîliyeta Nû ya Johan Van Der Keuken a Festîvala Belgefîlman a Stenbolê ya 9an a Documentaristê,

Xelata ‘Diara Di Cineclup’ (Rastî) a Premio ya Festîvala Fîlman a 5an a Babel (Italya),

Xelata Baştirîn Belgefîlmê ya Festîvala 5an a Fîlman a Vangoluyê.

Ji bo temaşikirina belgefîlmê, bitikîne

(TY/FD)

BİANET

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights