Ana SayfaGIŞTÎBINPÊKIRINÊN MAFÊOzkan: Bavê min kesî nas nake, tenê em li hev mêze dikin

Ozkan: Bavê min kesî nas nake, tenê em li hev mêze dikin

Mehmet Emîn Ozkan ku ji ber îfadeya du îtirafkaran bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye girtin û cezayê muebedê lê hatiye birîn, 26 sal in girtiye. Ozkan, di girtîgehê de heya niha 5 caran qeyrana dil derbas kiriye û ji xeynî vê tansiyon, guatr a bijehr pê re heye, çavên wî baş nabînin, guhên wî giran bûne û hişê wî diçe. 

Ozkan ku bi tena xwe nikare jiyana xwe bidomîne, kurê wî Ahmet Ozkan ê di qawîşa wî de alîkariya wî dike. Hevjîna wî Emîne Ozkan û keça wî Semra Ozkan di 17’ê Nîsanê de hevdîtin pê re kirin, têkildarî tenduristiya wî de axivîn. 

‘ÊDÎ ME NAS NAKE’

Semra Ozkan anî ziman ku bavê wê bi sendelyeya biteker hatiye cihê hevdîtinê û got: “Birayê min û hevalê wî ew anîn odeya rûnitşinê. Bavê min êdî bi tu awayî nikare pêwendiyê bi kesî re deyne. Li wir tenê me li hev mêze kir, hew. Êdî ne me nas dike ne jî hîs dike. Neviya xwe nas nekir. Tenduristiya bavê min qet nebaş e.” 

ROJÊ 11 DERMANAN DIDIN WΠ

Ozkan ragihand ku du hefte berê ji ber nexweşîna guatrê bavê wê birine nexweşxaneyê û derman dane wî, lê bi van dermanan ji binî de dengê bavê wê çûye û piştî vê cardin wî birine nexweşxaneyê û vê carê dermanine din dane bavê wê. Ozkan bilêv kir ku bavê wê tevî dermanên guatrê rojê 11 dermanên cuda dixwe û wiha got: “Ji ber ku dê dosyeyê Licê di destê wan de bimîne bavê min bernadin. Ji lew re gava bê berdan dê do li meydanê bimîne.” 

BERÎ BIMIRE…

Ozkan ji bo berdana bavê xwe û hemû girtiyên nexweş bang kir û wiha axivî: “Berî ku bimirin divê ji bo girtiyên nexweş hin tişt bên kirin. Yan na piştî mirin bila kes xwedî li wan dernekeve. ATK ji bo girtiyên nexweş dibêje dikarin di girtîgehê de bimînin. Lê paşê girtî jiyana xwe ji dest didin. Ne wijdan ne jî ehlaq tiştekî wiha qebûl dike. Em dixwazin bavê min di rojên xwe yên dawî de li cem me be. Ger bimire jî bila li cem me bimire.” 

‘BEHSA EDALETÊ DIKIN LÊ EDALET TUNE’

Emîne Ozkan, hevjîna Mehmet Emîn Ozkan jî bilêv kir ku kurê wê Ahmet Ozkan jî ji pişika xwe emeliyat bûye û wiha domand: “Behsa edaletê tê kirin lê edalet tune ye. Kurê min li cem bavê xwe heliyaye. Ciwantiya xwe nedî. Zarokên we jî hene. Êdî taqet di min de nameye. Ge rneyê berdan ez ê di vî temenî de biçim ber girtîgehê xwe bişewitînim. Êdî bes e ji vê zilma we re.” 

Emîne Ozkan bang li rayedaran kir û got: “Hûn dibêjin di bin kontrola me de ye. Lê hûn tiştekî nakin. Hûn dibin nexweşxaneyê, lê hûn bi awayekî kelemçekirî dibin an jî hûn li nexweşxaneyê destên wî bi ranzeyê kelemçe dikin. Ma ev e edaleta we?”

‘EZ Ê DAXWAZNAMEYÊ BIDIM JI BO DI GIRTÎGEHÊ DE BIMÎNIM’

Emîne Ozkan, bilêv kir ku cezayê kurê wê ji salekê hindiktir maye û kurê wê gotiye: “Cezayê min biqede jî ez dernayêm. Ez ê li vir li bavê xwe mêze bikim. Ez ê çawa wî di vî halî de bihêlim.” 

‘ÊDÎ BES E’

Emîne Ozkan di dawiyê de ev tişt gotin: “Rojên dawî yên girtiyên nexweş in. Ger bimirin bila li mala xwe bimirin. Heftê cenazeyek ji girtîgehê derdikeve. Êdî bes e. Bila kes negirî, bila aştî çêbibe. Poşmantiyê li girtiyan ferz dikin; ev poşmantiya çi ye? Tiştekî jê poşman bibin nekirine.” 

MA / Mehmet Guleş 

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights