Ana SayfaGIŞTÎOSMAN BAYDEMİR: NA JI BIRAKUJIYÊ RE

OSMAN BAYDEMİR: NA JI BIRAKUJIYÊ RE

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamenterê Rihayê Osman Baydemir li Parlamentoya Tirkiyeyê di civîna xwe ya çapemeniyê de mijara pevçûnên di navbera Pêşmergeyên Roj û Yekîneyên Berxwendana Şingalê (YBŞ) de nirxand û hişyarî da ku em li ber birakujiyê ne.

Berdevkê (HDP) û Parlamenterê Rihayê Osman Baydemir li Parlamentoya Tirkiyeyê di civîna çapemeniyê de di derbarê mijara pevçûnên di navbera Pêşmergeyên Roj û YBŞê de axivî û ev tişt gotin: “Silametiya Rojhilata Navîn bi bêşeriyê û bi bingeha wekheviya kurdan û aşitiyê pêkan e. Em li ber birakujiyê ne. Wê ev tişt tu sûdê nede kurdan. Tenê wê sûdê bide DAIŞê. Kî dixwaze bi DAIŞê re têkoşîn were dayîn, divê ji bo rawestandina birakujiyê hewil bide. Şerê birakujiyê yê li wir wê destê DAIŞê xurt bike.”

‘EM JI BIRAKUJIYÊ RE DIBÊJIN NA’

Baydemir wisa berdewam kir: “Em di meha Îlonê de bi Hevserokê me yê giştî Selahattin Demirtaş re çûn serdana Rêveberiya Herêma Kurdistanê. Hevpariya tevgerên siyasî yên li wir tevkariyeke mezin li statuya kurdan, li çareseriya pirsa kurd a li Tirkiye û Rojava dike.”

Baydemir diyar kir ku şerekî li wir wê Tirkiyeyê jî şûnde bixe û ev tişt gotin: “Bi demkî dibe ku berjewendiya Enqere û Tehranê di vê yekê de hebe. Lê ji bo demeke dirêj ev li dijî berjewendiyê Tirkan e jî, yê Farisan e jî, yê Ereban e jî, yê Kurdan e jî. Em dibêjin na ji birakujiyê re.”

‘BIRAKUJÎ LI HEMÛ ŞEHÎDÊN KURD Û KURDISTANÊ ÎXANET E’

Baydemir axaftina xwe wiha berdewam kir:”Şerê birakujiyê heram e. Ji kê tê bila bê. Şerê birakujiyê nayê qebûlkirin. Ji Nemir Mela Mistefa Barzanî heya îro, ji Şêx Seîdê Kal, ji Seyîd Riza heyanî îro, şerê Birakujiyê xiyanet e ji bona hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê. Şerê Birakujiyê xiyanet e ji bona şehîdên Pêşmergeyên qehreman. Şerê Birakujiyê xiyanet e ji bona şehîdên Kobaniyê.”

Baydemir di debarê mijarê banga her kesî kir û ev tişt gotin: “Ji bona vê yekê banga me li hemû biraderên me û li hemû xwîşk û birayên me heye, gerek şerê Birakujiyê îro û vê saetê rawest e. Çi mişkulat, çi kêşe hebin, gerek bi danûstandin, bi îstişare, bi muzakere were çareserkirin. Ji şerê Birakujiyê hemû gelê Kurd û Kurdistanê ne razî ye û ne mimkun e ku razî be jî. Li Kobanê, li Şingal, li Kerkûk, li Mexmûr, keç û xortên vî welatî, vê axa pîroz jiyana xwe ji dest dan. Ji bo çi? Ku îro xwîn bête rêtin, ev fermana Kurdan e.”

Osman Baydemir herî dawiyê ev gotin anîn ziman: “Banga me ya HDPê ew e ku rojek beriya rojekê, deqeyek beriya deqeyekê ev şerê Birakujiyê were rawestandin. Banga me li hemû siyasetmedarên Kurd û Kurdistanî ew e ku, wan bi xwe jî daxuyanî dabûn ji bona ku şerê Birakujiyê pêk neyê. Em bang dikin ku xwedî li gotinên xwe derkevin, xwedî li soza xwe derkevin.”

krd.sputniknews.com

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights