Ana SayfaGIŞTÎNERAZÎBÛN JI BO AEDEXEYA LI SER 18 GUNDÊN LICÊ

NERAZÎBÛN JI BO AEDEXEYA LI SER 18 GUNDÊN LICÊ

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), ji bo balkişandina operasyon û qedexeya li ser 18 gundên Liceyê ya Navçeya Diyarbekirê, xwestin li derve daxuyaniyê  bidin lê polîsan destûr neda û piştî gengeşiyên navbera endamên herdu partiyan û polîsan, daxuyanî li Şaxa Yenîşehîrê ya DBP’ê hat dayîn.

Parlamentera Diyarbekirê Sîbel Yîgitalp diyar kir ku berê jî li gundê Xirebê Bava ya ser bi Nisebîna navçeya Mêrdînê pêk hatibû û li wê derê gundî bi dehan roj di bin qedexe û êşkenceyan de mane. Yîgîtalp, anî zimên ku niha jî li 18 gundên Licê ji 5’ê Adarê ve qedexe û operasyon hene û tu kes nikare ji wan agahî bistîne.

Parlamentera HDP’ê diyar kir ku, bi operasyon û şêwazên tundrew pirsgirêka miletekê çareser nabe û bi bîr xist ku ev tişt ji aliye Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ve jî hatiye bilêvkirin. Yîgîtalp daxwaz kir ku operasyon, qedexe û xeteriyên li ser 18 gund û gundiyên Licê demildest bên rawestandin û bi rêyên danûsitendinê çareserî ji bo pirsgirêka Kurd bê destpêkirin.

K24

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights