Ana SayfaKURDISTANMistefa Hicrî bang li Rojhilatiyan kir

Mistefa Hicrî bang li Rojhilatiyan kir

Mistefa Hicrî di peyama xwe ya ji bo welatiyên Rojhilatê Kurdistanê de ragihand, xwepêşandan derbasî qonaxeke nû bûye û divê bi hişyarî gav bêne avêtin û ji bo kêmtir kes birîndar bibin.

Berpirsê Navenda Rêveberiya Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) Mistefa Hicrî ji welatiyan re dibêje ku bi hişyarî tevbigerin, ji ber ku wek ew bi xwe dibêje, “Her hewleke Hikûmeta Îranê ew e ku xwepêşandanan ber bi tundûtûjiyê ve bibe.”

Mistefa Hicrî anî anî ziman, “Serkeftina şoreşa ku berdewam dike, hinekî bi aştî û dûrketina ji tundûtûjiyê ve girêdayî ye.” Ew dibêje hinek kes xelkê teşwîq ji bo tundûtûjiyê dikin lê ew ji welatiyan re dibêje ku nekevin pey wan.

Mistefa Hicrî bang li Kurdan kir û diyar kir ku xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê divê paralelî xwepêşandanên xelkê Îranê be û ne paş de bimînin û ne jî pêş bikevin ku ziyanên mezin bigihêne xelkê.

Mistefa Hicrî her wiha diyar kir, li gorî zanyariyên wî, beşek ji çekdarên Azerî yên di nav hêzên Îranê de nerazî ne. Wî got ku di nava artêşa Îranê de jî kesên wiha hene û bang li gel kir ku pêşwazî li vê pêngavê bikin.

Rûdaw

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights