Ana SayfaJINMêran di meha Çiriya Paşiyê de 28 jin kuştine

Mêran di meha Çiriya Paşiyê de 28 jin kuştine

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Çiriya Paşiya ya 2022an de herî kêm 28 jin kuştine. Çapemeniyê di vê mehê de kuştina zarokan nenivîsandiye. Ev nayê wê wateyê ku zarok di vê mehê de nehatibe kuştin.

Di meha Çiriya Paşiyê de mirina bi kêmanî 12 jinan di çapemeniyê de weke mirinên “bigûman” hatine nivîsîn. Ew bajar ev in:  (Denizli (1), Wan (1), Çorum (1), Manisa (1), Kayseri (2), Trabzon (1), Sakarya (1), Ordu (1), Aydın (1), Antalya (1), Elezîz (1)

Mêran tundkarî li 70 jinan kiriye, îstîsmar bi kêmanî li çar zarokên keç û kur kiriye, tacîz bi kêmanî li 9 jinan kiriye. Mêran di meha Çiriya Pêşiyê de herî kêm tecawiz li jinekê kirine.

Li Wanê û Stenbolê kuştina du jinan çapemeniyê weke “kuştinên faîlên wan ne diyar” nivîsandiye. Li Şirnexê mêran gefa kuştinê li jinekê xwariye.

Çapemeniyê kuştina 2 jinan li Çanakkale û Antalyayê “biguman” nivîsandiye.

2021-2022

Di 11 mehên destpêkê yên sala 2022ê de mêran, 308 jin kuştine, tacîz li 140 jinan kiriye, 209 zarok îstîsmar kirine, tecawiz li 26 jinan kiriye. Mêran bi kêmanî 386 jin neçarî karkeriya seksê kirine, tundkarî bi kêmanî li 728 jinan kiriye û ew birîndar kirine. Di 11 mehên destpêkê yên vê salê de çapemeniyê ji bo mirina 171 jinan gotiye ku “bigûman e”. Mêran di van 11 mehan de bi kêmanî 36 zarok kuştine.

Di 11 mehên destpêkê yên sala 2021ê de mêran, 290 jin kuştine, tacîz li 412 jinan kiriye, 171 zarok îstîsmar kirine, tundkarî li 732 jinan kiriye, tecawiz li 89 jinan kiriye. Bi kêmanî 642 jin neçarî karkeriya seksê kirine. Di 11 mehên destpêkê yên sala 2021yê de, çapemeniyê ji bo mirina 199 jinan gotiye, “bigûman e”. Mêran di van 11 mehan de bi kêmanî 30 zarok kuştine.

Kuştin

Mêran di meha Çiriya Paşiyê de bi kêmanî 28 jin kuştine; par di heman mehê de ev hejmar 34 bû. Her weha mêran bi kêmanî 2 mêrên ku li cem jinan bûn jî kuştine.

Digel biryara parastinê, meran bi kêmanî şeş jin kuştine. Du jin ji wan welatiyên Iraqê, du Ozbekistanê û yek jî welatiya Sûriyeyê bûye.

Navên jinên ku di Ilonê de mêran ew kuştine

Aynur Çiçek, Derya Y., Elif I., Fadime D., Fatma T., Gulzoda Kaolava, Hasen A., Hülya A., İnci Bağış K., Kader Yiğit, Kudret K., Merve Özturan, Meryem Sevim, Müzeyyen T., Nazlı M., Nergis G., Neriman Sakallı, Nurten K., Özlem C., Özlem Eryağşi, Sarah Alı Shareef, Selcan Dönmezer, Shakhko Mukhtarova, Sidra Tameemi, Tülay V., Ümmühan H., Yasemin S., Zülfi Ç.

Mêran li van bajaran jin kuştine

Edene (1), Enqere (2), Antalya (1), Dîlok (1), Bolu (1), Bursa (1), Denizli (2), Amed (1), Erzîrom (1), Hatay (2), Stenbol(6), İzmir (2), Kayseri (1), Kocaeli (1), Konya (2), Manisa (2),Uşak (1).

Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran bi çi “hêcetan” 18 jin kuştine. Mêran 8 jin ji ber ku xwestine veqetin an jî nexwestine li hev bên, kuştine. Mêran jinekê “ji bo xwarin çênekiriye” kuştiye. Her weha mêrek gotiye ez “cin derdixim” û jinekê kuştiye.

Hevjîn, hevjînên berê an jî destgirtî 20 jin kuştine. Jinekê bav û jinekê jî zavayê wê ew kuştiye. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêrên ku pênc jin kuştiye nas e an ne nas e.

Mêran 18 jin li malan, neh jin li kargeh, daristan, kolan, nexweşxane û deverên weke wan kuştine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran jinekê li ku kuştiye.

Mêran 18 jin bi çekên guleber kuştine. 6 jî bi kêr û çekên mîna kêrê, sê jin bi fetisandinê kuştiye. Çapemeniyê nenivisandiye bê ka mêran jinekê bi çi û çawa kuştine.

Pêvajoya hiqûqî

27 faîl hebûn ku jin kuştine. Bi tenê 8 faîl hatine girtin. 8 faîl hatine desteserkirin. Heşt faîlan xwe kuştine. Çapemeniyê ji bo du faîlan nivîsiye ku “lêdigerin” her weha çapemeniyê ji bo pêvajoya hiqûqî ya sê faîlan tiştek nenivîsiye.

Êrişa Zayendî / Tecawiz

Di meha Çiriya Paşiya 2022an de mêran bi kêmanî tecawiz li jinekê kiriye. Par heman mehê ev hejmar du bû.

Mêran li nava malan tecawiz li jinekê kirine.

Li gorî çapemeniyê xizmê jinekê tecawiz li wê kiriye. Jin astengdar bûye.

Bajarên ku mêran tecawiz li jinan kiriye

Erzîrom(1)

Pêvajoya hiqûqî

Faîl hebûye ku tecawiz li jinan kiriye. Faîl hatiye desteserkirin.

Tacîz

Mêran di meha Çiriya Paşiya 2022an de herî kêm tacîz li neh jinan kiriye. Par di heman mehê de ev hijmar 16 bû.

Mêran 9 jin bi devkî û bi rêyên fîzîkî tacîz kirine. Ji jinan yek welatiya Azerbaycanê bûye.

Mêran 9 jin li qadên derveyê mal tacîz kirine. Du jin li malê tacîz kirine.

Kurye du jin, jinekê hevalê wê yê karî, rojnameger jinekê û dozger jî jinekê tacîz kiriye.

Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka mêrên ku jin tacîz li çar jinan kirine nas e an ne nas e.

Bajarên ku mêran jin lê tacîz kiriye

Stenbol (6), Konya(1), Zonguldak(2)

Pêvajoya hiqûqî

7 faîl hebûn ku jin tacîz kirine. Yek jî jiwan nehatiye girtin.

Îstîsmara li zarokan

Mêran di meha Çiriya Paşiyê de îstîsmar bi kêmanî li çar zarokên keç û kur kirine. Par ev hejmar di heman mehê de 11 bû.

Zarokekê dersdêrê wê, du zarok dersdêrê qursa qur’anê îstismar lê kiriye.

Çapemeniyê nenivîsandiye bê ka 4 mêrên ku herî kêm tacîz li zarokekê kirine nas in an ne nas in.

Mêran çar zarok li qadên derveyî mal îstismar kirine.

Bajarên ku mêran zarok lê îstîsmar kirine

Aydın (1), Denîzlî(2), Amed(1)

Pêvajoya hiqûqî

Şeş faîl hebûn ku zarok îstîsmar kirine. Tenê faîlek hatiye girtin. Çapemeniyê rewşa hiqûqî ya pênc faîlan nenivîsiye.

Tundkarî/birîndarkirin

Mêran di meha Çiriya Paşiyê de tundkarî li 53 jinan kiriye. Par heman mehê ev hejmar 62 bû.

Neh jinên ku mêran tundkarî li wan kiriye, weke nexweşên “giran”, birine nexweşxaneyan. Digel ku “biryara parastinê” hebû, mêran tundkarî kêmanî li 12 jinan kiriye. Jineke ku mêran tundkarî lê kiriye ji Erebistana Siûdiyê yek jî ji Sûriyeyê bû.

Bajarên ku mêran tundkarî li jinan kiriye

Edene (2), Afyon (1), Enqere (1), Balikesîr (1), Bolû (1), Bûrsa (1), Çorûm (2), Denîzlî (1), Amed (1), Edîrne (23), Elezîz (1), Hatay (1), Stenbol (5), Îzmîr (5), Kayserî (1), Mersîn (3), Sakarya (1), Samsûn (1), Sêrt (1).

Hevjîn, destgirtiyê bi kêmanî 41 jinan tundkarî li wan kiriye. Ajokarê texsiyekê tundkarî li jinekê, xizmên wan tundkarî li şeş jinan kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye ku pênc jinên ku tundkarî li wan bûye û mêrên tundkarî kirine, hev nas dikin an na.

Mêran bi mehneya ku xwestine dev ji hev berdin/li hev neyên tundkarî li 16 jinan kiriye. Çapemeniyê “sedema” tundkariya ku mêran li 37 jinan kiriye nenevîsiye.

Mêran derb li 30 jinan dane, sê jin şewitandine, 12 jin bi çekên gulebar, şeş jin jî bi kêran û yên weke wan birîndar kirine. Çapemeniyê nenivîsiye ku mêran çawa/bi çi tundkarî li du jinan kiriye.

Mêran li kargehan, di nava basan, li daristanan ango li derveyî malan tundkarî li 18 jinan kiriye, li nava malan jî tundkarî li 30 jinan kiriye. Çapemeniyê nenivîsiye ku bê ka mêran tundkarî li pênc jinan kiriye.

Pêvajoya hiqûqî

52 mêrên faîl hebûn ku tundkarî li jinan kiriye. 12 faîl hatine desteserkirin. Ji bo 22 faîlan karûbarên yasayî/hiqûqî hatine destpêkirin. Çapemeniyê ji bo neh faîlan hatiye nivîsandine ku “lê digerin”, “reviyaye”. Heft faîlan xwe kuştine. Çapemeniyê pêvajoya hiqûqî ya 10 faîlan nenivîsandiye.

Karkeriya seksê ya mecbûrî

Di meha Çiriya Paşiyê de çapemeniye nûçeyên karkeriya seksê ya mecbûrî nenivîsandiye. Her çend çapemeniyê nenivîsandibe jî, ev nayê wê wateyê ku ev cûre tundkarî pêk nehatiye. (EMK/FD/AY)

BİANET / Evrim Kepenek

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights