Ana SayfaKURDISTANMELE BEXTİYAR: ME NEXŞERÊYEK Jİ BO ÇARESERİYÊ AMADE KİR

MELE BEXTİYAR: ME NEXŞERÊYEK Jİ BO ÇARESERİYÊ AMADE KİR

Civîna Polîtburoya YNKê ya bi beşdariya Sekreterê Giştî yê YNKê Celal Talabanî de pêk hat, bi encam bû. Dîmenên Celal Talabanî piştî demeke dirêj ji hêla kamerayan ve hat kişandin.

Celal Talbanî

Li gorî medyaya nêzîkî YNKê civîna polîtburoya YNKê bidawî hat ku bi beşdariya Celal Talabanî û serokatiya Cigîrê yekem ê Sekreterê YNKê Kosret Resûl destpê kiribû bidawî hat.Piştî civînê Kosret Resûl ji çapemeniyê re axivî û got ku civîna wan gelekî serkeftî derbas bû. Resûl diyar kir ka wan li ser rewşa taybet a Herêma Kurdistanê sekinîne û rêyên çareseriyê nîqaş kirine. Resûl herwiha destnîşan kir ku wan yekîtiya di nava YNKê de tekez kirine.

Herwiha Mele Bextiyar jî li ser navê Mekteba Siyasî ya YNKê derbarê encamên civînê de diyar kir ku civîneke gelekî serkeftî bû û ew li ser pirsgirêkên Herêma Kurdistanê, yên bi Bexdayê re û yên di nava YNKê de sekinîne.

Mele Bextiyar diyar kir ku wan nexşerêyek ji bo çareserkirina pirsgirêkan amade kirine û ew ê roja pêncşemê careke din kom bibin.

Di vê navberê de dîmenên Celal Talabanî piştî demeke dirêj ji hêla kamerayan ve hat kişandin û hat belavkirin.

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights