Meclisa Jinan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan(DEM Partî) tekildarî rapora 5 saziyên jinan ku derbarê şewirmenda Salîha Aydenizê rojnameger Dîlan Karaman ku di 27ê Mijdarê de bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû daxuyaniyeke niviskî da.
Her weha di daxuyaniyê de hat xwestin ku rapor paşvê bê kişandin. Daxuyaniya meclîsa jinan weha ye:
“Xemgîniya windakirina hevala me ya hêja Dîlan Karaman hîn jî teze ye. Wekî Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi rêzgirtina ji bo bîranîna hevala me Dîlan û berçavgirtina rêgezên têkoşîna me ya rizgariya jinan, nirx û ezmûnên me yên hevpar, em pêşniyar û daxwaz dikin ku rapora ji hêla komîsyona ji 5 rêxistinên jinan ve derbarê mirina hevala me de hatiye weşandin, paşve bikşînin.
Her wiha wekî Meclisa Jinan em soza xwe ya ji bo bicihanîna berpirsiyariyên xwe û çareserkirina kêmasiyên xwe di vê mijarê de dubare dikin. Her wiha em dixwazin were zanîn ku heya ku hemû rastiya derbarê mirina Dîlanê de derkevin holê em ê pêvajoyê bi hesasiyet bişopînin. Meclisa Jinan a DEM Partiyê dê nîqaş û nirxandinên berfireh ên hemû lijneyên pêywendîdar li ser vê mijarê di zûtirîn demê de bi raya giştî re parve bike. Em Dîlana ku bi hevaltî û hevgirtina xwe xebata me xurt kir, bi hezkirin, rêz û hesret bi bîr tînin.”
(AY)
*Çavkanî: AW
Kaynak: bianet
