Ana SayfaGIŞTÎMalbata Tahir Elçî: Dadgeh dozê vedişêre

Malbata Tahir Elçî: Dadgeh dozê vedişêre

Malbat û parêzerên Tahîr Elçî didin zanîn ku dadgeh hewla wê yekê dide, ku doza Elçî bê encam bimîne.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî û parêzerên doza Tahîr Elçî li Stenbolê konferanseke rojnamevanî lidar xistin û derbarê pêvajoya darazê de agahiyên berfireh bi raya giştî re parvekirin. Li gor parêzer dibêjin, tevî ku hemû delîl li holê ne, destekî tarî nahêle ku ew doz pêş ve biçe.

Serokê Baroya Amedê Nahit Eren ragihand “Dema ku lêkolîn dest pê kir, ne dozgerî erka xwe anî cih, ne jî îro ku dadgeh darizandinê dike, biryarên ku heta niha daye, niyeta wan a zelalkirina vê suîqesta mixabin xuya nake. Kujerên Tahîr Elçî kî bûn, kî li dû wî bûn? Em her dem tînin ziman, em dibêjin hinek destên tarî li pişt suîqesta Tahîr Elçî hene.”

Parêzer û hevjîna Tahir Elçi, Turkan Elçî di derbarê hemû pêvajoya lêpirsîn, daraz û amadekirina idianameyê de agahiyên berfireh parvekirin. Turkan Elçî amaje pê kir ku hemû lêpirsîn, daraz û pêvajo bi giştî bi awayekî xemsar û bêyî ku armanca gihîştina hiqûq û dadweriyê hebe birêve diçe.

Turkan Elçi hevjîna Tahir Elçî û Parêzer dibêje “Piştî pêvajoyeke sal û nîvekê em gihiştin wê nêrînê ku dê daraz bi me re berdewam neke û guh nade daxwazên me û daxwazên me re bêdeng dimîne. Me got ku, li pişt dîwarê di navbera me û wan de hatiye lêkirin de armanca bêcazabûnê heye. Em ji wê ditirsin, egera wê heye di dosyeyê dê ceza nedin kesekî yan bi armanca wiha nîşan bidin ku tiştek kirine ceza bidin hinek kesên ku heq nekirine. Em ji ber vê tirsê hatin ba hev. Nêrîna me ev e.”

Turkan Elçî herwiha dibêje, eger dadgeh di rûniştina meha Temûzê de jî heman helwestê nîşan bide ew jî weke malbat û parêzer dê biryareke nû bidin bê ka stratejiyeke çawa bidin ber xwe. Di nav egeran de vekişandina ji dozê jî heye, lê Elçi dibêje ji ber vê gotinê hê zûye.

Turkan Elçi got jî “Em ê piştî vêya çi bikin, weke hevalê me Orhan got; di meha Temûzê de rûniştineke dozê heye. Em ê heta wê rûniştinê biryarê bidin ku, dê daxwazên me ji dadgehê çi bin. Em ê li ser daxwazên xwe yên ku dadgehê red kirine pêdagîr bin. Piştre jî em ê wek Waqif û parêzerên dozê bi hev re biryara dawî bidin û ji raya giştî re ragihînin.”

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28’ê Mijdara 2015’an de dema ku ji bo şermezarkirina hilweşandina Minareya Çar Ling a dîrokî ya li navçeya Sûrê daxuyanî dida çapemeniyê, rastî êrişeke çekdarî hatibû, gule li serê wî ketibû û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Ji wê demê heta niha di doza Tahir Elçi de ti pêşveçûneke berbiçav çênebûye.

RUDAW

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights