Ana SayfaKURDISTANMalbata ciwanê li Midyadê hat kuştin: Dewletê lawê me kuşt

Malbata ciwanê li Midyadê hat kuştin: Dewletê lawê me kuşt

Duh li taxa Işiklar a navçeya Midyada Mêrdînê Adem Kara (21) yê ku ji sûcek edlî hatibû girtin û berdan, bi îdiaya “reviyaye” polîsan gule lê reşand û ew bi xedarî birîndar kirin. Kara rakirin Nexweşxaneya Mêrdînê û tevî hemû mudaxileyan jî jiyana xwe ji dest da. Malbatê piştî karûbarên otopsiye cenaze bir Goristana Kalo ya li Midyadê veşart. 

RAYEDAR BÊDENG IN 

Hat zanîn ku polîsek têkildarî bûyerê hat binçavkirin. Şahidên bûyerê dibêjin ku 4 polîsan bûyer pêk aniye. Heta niha ne Qeymeqamiya Midyadê û ne jî Walîtiya Mêrdînê derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedan. 

JI PATIKA WÎ VÊ LÊDANE 

Şahidên bûyerê diyar kirin ku ji pişt ve herî kêm sê dest gule berdane Kara û guleyek lê ketiye. Malbatê piştî karûbarên otopsiye da zanîn ku guleyek lê ketiye û ew jî li patika serê wî ketiye û jiyana xwe ji dest daye. 

‘SIBÊ JÎ WÊ KESEK DIN BIKUJIN’ 

Kekê Kara, Selman Kara ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku çi dibe bila bibe heqê polîsan tune ku gule berdana lawê wî û got: “Dikaribûn gule berdana ber lingê wî. Dikaribûn bigirtana û cezayê wî çi bûya bila bikişanda. Gelo ev der Teksas e? Ev çi ye yanî? Çi heqê wan heye zarokên me dikujin. Wê demê kî ket ber wan bila polîs çeka xwe derxin û mirovan bikujin. Tiştên wisa dibe? Gelo edalet wiha dibe? Sibê jî wê kesek din bikujin. Gelo ka heya kê ji feqîran heye? Heke yek ji wan bûya niha Tirkiyeyê rakiribûn ser pêya. Polîs bûne mîna mafyayê. Em ê dest ji vê bûyerê bernedin û bikevin pey van polîsan.” 

‘DEWLETÊ KURÊ MIN KUŞTIYE’ 

Dayika wî Hasîne Kara jî wiha got: “Kurê min kuştin. Dewletê kurê min kuştiye. Polîsan lawê min kuştine. Heta mirinê ez ê vê teqîp bikim.” 

MA / Ahmet Kanbal

- Advertisment -

Recent Comments

Verified by MonsterInsights